Li Sydneyê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan çalakî

  • 08:55 16 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇÊEYAN - Li Sydneyê bi mîtîngekê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê û di vî warî de bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin.
 
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê Kurdistanî tevî dostên xwe ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Sydney Town Hallê li hev civiyan. 
 
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sydneyê Gulê Ros daxuyanî da û diyar kir ku hêzên komploger ên navneteweyî 24 sal in di şexsê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de êrîşa qirkirinê li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dimeşînin.
 
Gulê Ros anî ziman ku bi rêya tecrîdê hewl didin ku pêşî li paradîgmaya azadîparêziya zayendî, ekolojîk û demokratîk a rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û got, "Di serî de CPT hemû saziyên pêwendîdar ji ber vê yekê li hemberî tecrîdê bêdeng in û bi vî rengî dibin piştevan. Em Kurdên li Awûstralyayê tevî dostên xwe vê bêdengiya CPT û welatên Ewropayê şermezar dikin."
 
Bi navê Tifaqa Sosyalîst a Awûstralyayê jî Peter Boyle axivî û got, "Abdullah Ocalan li Rojhilata Navîn mîmarê aştiyê ye. Ji bo dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê anîn divê hikumeta Awûstralyayê û hêzên serwer ên navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk bikin. Birêz Abdullah Ocalan yekane lîder e ku pirsgirêka Kurd dikare çareser bike."
 
Mîtîng bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.