Li Mîdyadê bi coşek mezin buroya hilbijartinê hat vekirin

  • 16:50 15 Nîsan 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mîdyatê bi tevlîbûna sedan kesî bi coşek mezin buroya hilbijartinê hat vekirin.
 
Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk), di çarçoceya hilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê xebatên xwe bê navber didomîne. Li navçeya Mîdyadê jî bruoya hilbijartinê hat vekirin. Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Mêrdînê George Aslan û Kamûran Tanhan, Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî û şandeya bi wan re di têketina navçeyê de ji aliyê partî û welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Girse piştre bi konvoyê berê xwe dan nav navçeyê û tûr avêtin û ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat. Girse piştre bi konvoyê hat li ber buroya hilbijartinê ya Taxa Akçakaya û girse li vir jî ji aliyê gel ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin.
 
‘Ew ê bikevin’
 
Beriya vekirina buroyê namzetên Mêrdînê axaftinek kurt kir. Destpêkê de Kamûran Tanhan axivî. Kamûran, anî ziman ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinek girîng e û got ev hilbijartin ji hilbijartinên dinê jî cudatir e. Kamûran, destnîşan kir ku ev hilbijartin dê bibe azadiya girtiyên nava çar dîwaran û rizgariya Efrînê û wiha axivî: “Yekî gotibû ‘Kobanê ket, waye dikeve.’ Bila bizanibin ku 14’ê gulanê de ew ê bikevin û têk biçin. Em ê bi ser kevin. Em ê 6-0 derbixin û ew ê li paş xwe nenêrin û baz bidin.”
 
‘Em ê Midyatê bibin meclîsê’
 
George Aslan jî bi zimanê kurdî û suryanî ji gel re xêrhatinê xwest û got: “Li Mîdyadê bi 4 zimanan gel diaxive. Ev ji bo gelê Tirkiyeyê nîmûne ye. Ev sed sal in em bi hev re dijîn. Em ê mînaka Mîdyadê bibin meclîsê. Em ê li meclîsê bibin dengê hemû gelan.”
 
Piştî axaftinan vekirina bûroya hilbijartinê bû û qurdele ji aliyê dayikan ve hat birîn. Bername bi geranidna govendê bi dawî bû.