Tûra hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a li Egeyê dewam dike

  • 16:43 15 Nîsan 2023
  • Rojane
AYDIN - Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li Egeyê piştî Denîzliyê li Aydinê berdewam kir. Di vekirina buroyê de hat gotin:"“Vaye bayê guhertin û azadiyê rabûye û tê welat. Tu hêz nikare li pêşiya coşa gel bibe asteng."
 
Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li Egeyê piştî Denîzliyê li Aydinê berdewam kir. Di vê çarçoveyê de li Taxa Osman Yozgatli ya navçeya navendî ya Efelerê de buroya hilbijartinê hat vekirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Berdevka HDP'ê û Namzeta Partiya Çepên Kesk a Aydinê Ebrû Gunay, Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevberdevka TOP’ê Perîhan Koca beşdarî vekirina buroyê bûn. Şandeya ku di ketina navçeyê de hat pêşwazîkirin, bi konvoya hat ber buroyê. Xelkê li ser rê û kolanan eleqeyek bi coş nîşanî konvoyê da. Bi sedan welatî li ber buroyê şandeyê pêşwazî kir. Vekirina buroyê veguherî şahiyek bi çoş û peroş. 
 
Endama Desteya Berdevkên Topê Perîhan Koca di şahiyê de axivî û da zanîn ku ew li dijî îktidara şer bi karker, jin, ciwanan re tên ser îktidara demokratîk û got: “Em ew gel in ku tu carî serî natewînin. Ji xeynî me hêviya me ji kesî din nîne. Em ê li dijî şerê wan jî aştiyê û edaletê bînin vî welatî.” 
 
'Tu hêz nikare li pêşiya coşa gel bibe asteng'
 
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî anî ziman ku ew ê bi serkeftinek ezamet di 14’ê Gulanê de nûnerên bi milyonan bişînin Meclisê û wê encama herî baş a vê hilbijartinê têkbirina îktidarê be. Demîr da zanîn ku kes nikare pêşiya meşa wan bigire û got: “Vaye bayê guhertin û azadiyê rabûye û tê welat. Tu hêz nikare li pêşiya coşa gel bibe asteng.” 
 
'Armanc  ew e ku em aştiyeke mayînde bînin vî welatî'
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku sedema ku di sed salên vê komarê de nikaribûye bibe bingeha demokrasiyê înkar û neçareserkirina pirsgirêka kurd e û got: "Heta ku wekhevî ji bo kurdan neyê nîşandan, gelê Tirkiyeyê jî dê azad nebe. Em ê wekheviya kurdan misoger bikin da ku azadî pêk were. Ev îktidar li ser polîtîkayên înkarê yên hemû rêveberiyên berê ava bû dimeşe û dijminatiya kurdan derxist lutkeyê. Rêya avakirina Komara Demokratîk şandina bi şandina vê îktidarê ve girêdayî ye. Armanca me ew e ku em aştiyeke mayînde bînin vî welatî."
 
'Em ê bi ser bikevin'
 
Mîthat anî ziman ku bajarê Aydinê xwedî girîngiyek taybet e û wiha got: “Ji bo gel dikaribin bi hev re bijîn û di nava jiyanek azad de bin, pêwîste teqez Aydin ji Partiya Çepên Kesk du parlamenteran bijêre û bişîne Meclisê. Parlamenterên me ku ji vir bên bijartin dê bibin pira azadî û demokrasiyê ya navbera Egeyê û Kurdistanê. Heke em nebin wê demokrasî jî nebe. Em ê dawî li vê pergala talanê û kedxwariyê bînin. Ji bo em vê talana gemarî ya sed salî hilweşînin meşa me didome û em ê bi ser bikevin.” 
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.