Li Bagcilar buroya hilbijartinê ya jinê vebû: Em ê îktidarê têk bibin

  • 16:36 15 Nîsan 2023
  • Ramyarî
STENBOL- Li Bagcilarê namzetên jin ên Partiya Çep a Kesk hatin nasandin û buroya hilbijartinê ya jinê hat vekirin. Namzetên di vekirinê axivîn wiha gotin:"Em dengê jin û ciwanên tên çewisandin e. Em ê îktidarê têk bibin. Soza me ji Birêz Ocalan û girtiyen din re heye."
 
Vekirina buroyan a Partiya Çep a Kesk a ji bo hijbijartinên 14'ê Gulanê dewam dike. Li Taxa Fevzi Çakmak a Bagcilara Stenbolê danasîna namzetên parlamenteriyê yên Stenbolê yên Partiya Çep a Kesk hat kirin û buroya jinê ya hilbijartinê hat vekirin. Ji namzetên herêma sêyemîn Çiçek Uçar, Îlknur Birol, Çiçek Ariç, Nalan Çelik,  Nevrim Kotanoglu,  Gulfiraz Saglik, Elif Baysal, Ozgul Baydogan, Nesrin Arslan, Fatma Komurcu û Ayşe Cengiz tevlî vekirina buroyê bûn. Jin bi cilên xwe yên kurdî tevlî vekirina buroyê bûn. Piştî namzet hatin danasîn Çiçek Otlu, Îlknur Birol û Çiçek Ariç axivîn. 
 
Ji 7 salî heta 70 salî gelek kes tevlî vekirina buroyê bûn û bi lîlandin, çepik, berzkirina dirûşman û govendê buroya hilbijartinê hat vekirin. 
 
'Soza me ji Birêz Ocalan re heye'
 
Çiçek Otlu bal kişand ser azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Îktidara AKP-MHP'ê dixwaze jinên kurd tune bike. Em heta niha tu carî têk neçûn em ê têk neçin. Xwestin partiya me bigirin. Xwestin îrade û kevneşopiya me ji holê rakin. Birêz Abdullah Ocalan dibêje 'Erê dibe em di hucreyê de bin lê belê bi milyonan gelê ku em dikarin baweriya xwe pê bînin heye'. Em dengê jin û ciwanên tên çewisandin e. Em ê îktidarê têk bibin. Soza me ji Birêz Ocalan û girtiyen din re heye."
 
'Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina azadiya jinê'
 
Çiçek Ariç da zanîn ev hilbijartin wê bibe hilbijartina azadiya jinê û got:"Bi salan me li berxwe da û me xwe gihand bi milyonan. Em ê bi yekîtiya jinê re di 14'ê Gulanê de azadiyê bînin. Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina azadiya jinê." 
 
Îlknur Birol jî da zanîn ku jin dengê azadî û aştiyê ye û wiha got:"Em ketin nava hilbijartinên ji bo dîrokê girîng. Îktidar mehek dimîne tê gel jinan. Tenê di hijbijartinê de jin tê bîra wan. Loma em ê ji sîstema ku dest diavêje destkeftiyên jinan rizgar bibin."
 
Piştî axaftinan jinan qurdele jêkirin û buro vekirin. Jinan piştre govend gerandin, belavok belav kirin û bi girseyî meşiyan.