Sendîkayiyên Ewropayê: Divê xebatên li gor rûmeta mirovahiyê bên kirin

  • 13:54 15 Nîsan 2023
  • Rojane
HATAY - Şandeya Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê serdana Hatayê kir û têkildarî herêma erdhejê çavdêriyên xwe parve kir û got: “Divê hikûmet wek tevahî cîhanê li gel sendîkayan xebatan bike.” Her wiha hat gotin:"Divê xebatên li gor rûmeta mirovahiyê bên kirin."
 
Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê (ETUC) Esther Lynch, Cigirê Sekreterê Giştî yê ETUC Patrick Itschert, Sekreterê Herêmî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Navneteweyî (ITUC) ji bo Ewropayê Anton Leppik, Rêvebera Koordînasyona Asya Pasîfîkê ya ITUC Toshitaka Hayashi, Hevseroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Şukran Kablan û gelek endamên sendîkayê jî di nav de serdana Hatayê kirin û çavdêriya xwe ya hilbijartinê bi daxuyaniyek çapemeniyê vegotin. 
 
‘Xebata avakirina ji nû ve’ 
 
Sekretera Giştî ya ETUC’ê Esther Lynch li vir axivî û diyar kir ku wan peyama piştevaniya 44 milyon karkeran anîne herêma erdhejê. Esther da zanîn ku ji bo ew tiştên qewimîne li qadê bibînin û ka bizanibin çi qewimiye hatine herêmê û tevî hemû zor û zehmetiyan jî wan piştevaniya karkeran dîtiye û bi vê serbilind in. Esther anî ziman ku ew ê peyamê bidin civaka navneteweyî jî û got: “Li vir her çiqas hewldanên ezamet werin nîşandan jî lê hewcedarî bi rewşa lezgîn heye. Pêwist e li van deran xebata avakirina ji nû ve li gorî rûmeta mirovan bê kirin.” 
 
‘ Me di her qadê de dît ku civak çiqas berxwedêr e’
 
Esther ji bo fîrmayên navneteweyî yên di kavil û avakirina ji nû ve de cih bigirin hişyariya Girêbesta Komkarî da û got: “Divê kes li ser kedkar û karkeran pere qezenc neke. Xebatên ku sendîka dikin tesîr li ser me kirin. Me di her qadê de dît ku civak çiqas berxwedêr e. Divê hikûmet wek tevahî cîhanê li gel sendîkayan xebatan bike. Divê şîrket jî bi sendîkayan re rûnên û plansaziyê bikin. Her wiha ez dibêjim ku sendîkayên Ewropayê wê welatiyên Tirkiyeyê ji bîr neke. Ji bo we çi ji destê me were em ê bikin.” 
 
Serdana şandeyê li Hatayê didome.