Dibêjin Hîranûr 'cihê îlmê' ye!

  • 09:04 15 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hilbijartinan re desthilatdariyê êrîşên li hember destkeftiyên jinan zêde kirin. Rêxistinên jinan têkoşîna xwe didomînin. Di pêvajoya hilbijartinê de weqf, tarîkat û cemaetên der barê zarokan de ji nû ve di rojevê de ne. Yek ji van Weqfa Hîranur-Cemaeta Îsmaîlaga ya ku bi zewicandina zaroka 6 salî hatibû rojevê ye.
 
Ji roja AKP bû desthilatdar heta niha ev 20 sal in têkiliya wan a bi cemat û tarîkatan re û bûyerên destdirêjiyê yên li hember jin û zarokan yên li van saziyan her tim bû mijara nîqaşê. Di salên dawî de ev zêdetir hat rojevê. AKP bi tifaqa ava kriye destkeftiyên jinan dike mijara gotinê. Li hember destkeftiyên jian êrîş hatin destpêkirin. Bi protokolên tifaqê destkeftî hedef tên girtin.
 
Bertekên rêxistinên jinan ên li dijî êrîşên li hember destkeftiyên jinan didomin. Bûyerên destdirêjî û tundiya li hember jin û zarokan ên li cemaet û tarîkatan tên jiyîn jî hatin nîqaşkirin. Yek ji van Weqfa Hîranur a girêdayê Cemaeta Îslamîlaga ye.
 
‘Cihê îlmê'’
 
Weqif di dema AKP’ê de di 2012’an de li Sancaktepe ya Stenbolê hat avakirin. Tê îdiakirin ku di serî de li Tirkiyeyê li gelek welatî piştgiriyê didin faliyetên îlmê û ‘cihê îlmê’ ye.
 
Weqfa girêdayê Cemaeta Îsmaîlaga ye û tê îdiakirin ‘cihê îlmê ye’ b isalen bi bûyerên destdirêjiya sistematik tê rojevê. Damezerînerê weqfê Yusuf Ziya Gumuşel keça xwe ya 6 salî bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî yê 29 salî re zewicand û bi salan destdirêjî li zarokê hat kirin.
 
Di 2012’an de bûyer hat veşartin
 
H.K.G 13 salî tê dergîstîkirin, 14 salî daweta wê tê kirin û heman salê di 17’ê Tebaxa 2012’an de ji ber bêrêkûpêkbûna reglê dayika wê dibe bijîşk. Piştî dermankirina bijîşk agahî didin polîs. Dozgerî di lêpirsînê de belgeya welîdîna H.K.G naxwaze, ji bo tespîtkirina temenê hestî sewqî Nexweşxana Numune ya Haydarpaşa dike. Li gorî îdiayan, tarîkat li şûna H.K.G jinek 21 salî dike testa hestî. Piştre biryara cih ji lêpirsînê re tune didin ser dosyayê. H.K.G ku hat 18 salî mehra fermî hat birîn. H.K.G di 2020’î de diçe Dozgeriya Anadolu ya Stenbolê û wêneyê 6 salî ku bûkanî lê ye û Kadîr Îsteklî yê 29 salî ligel wê ye, wêneyên din û qeyda deng bir dozgeriyê. H.K.G ku dest ji Kadîr Îsteklî berda, tevî gilî kir 2 salan doz li Kadîr Îsteklî  nehat vekirin. Îdianame di 30’yê Cotmeha 2022’yan de temam bû.
 
Cezayê hate xwestin
 
Di doza ku Yusuf Ziya Gumuşel û Kadîr Îsteklî girtî û Fatma Gumuşel ne girtî dihat darizandin, der barê Kadîr Îsteklî de 67 sal, derbarê Yusuf Ziya Gumuşel û Fatma Gumuşel de jî 22 sal ceza tê xwestin.
 
Biryara veşartinê
 
Yekemîn rûniştina dozê di 30’ê Çileyê de li 2’yemîn Dadgeha Ceza Giran a Anadolu ya Stenbolê hat dîtin. Biryara  veşartinê dan ser dozê. Rûniştina duyem bi biryara veşartinê hat dîtin. Nehiştin rêxistinên jinan tevli dozê bibin.
 
Wezaretê du salan tiştek nekir
 
Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatî ku du sal berê ji bûyera destdirêjiyê agahdar bû bêdeng ma. Wezaretê ji bo gumanbar bê girtin tu hewldan nekiribû û rêxistinên jinan û rayagiştî bertekên mezin nîşan dan. Li ser bertekan gumanbar hatin girtin û doz hatibû destpêkirin.
 
Wêneyên wan ên bi rayedaran re
 
Têkiliya desthilatdariya AKP’ê ya bi cemaet û tarîkatan re tê nîqaşkirin û gelek wêneyên rayedarên weqfa Hîranûr bi desthilatdariyê re derketin holê. Di serî de wezîrê karê hundir Suleyman Soylu gelek  parlamenter û şaredarên AKP’yî çûne serdana weqfan û wêne kişandine.
 
Di meha hezîranê de rûniştina çaremîn
 
Sêyemîn rûniştina doza H.K.G di meha Adarê de hat dîtin. Li ser biryarên hatin girtin doz girtî hat meşandin. Doz taloqî meha hezîranê hat kirin.
 
Tundiya li zarok
 
Piştî vê bûyera der barê Weqfa Hîranur de li Kuçukçekmece ya Stenbolê li qursek quranê ya girêdayê Cemata Îsmaîlaga peywirdarekî tundî li zarok kiribû. Zarok bûyer ji malbatê re got û li ser vê bûyer derket holê. Kesê tundî li zarok kir hat girtin.
 
Rêxistinên jinan bi bertek in
 
Bertek û têkoşîna jinan a li dijî tundiya li ser jin û zarokan a li weqf û cemaetan didome. Jin her çiqas nikaribin tevli dozan bibin jî roja rûniştin bê dîtin diçin ber edliyeyê û daxuyaniyan didin, bertekên xwe nîşan didin. Jin peyama wê dest ji dozê bernedin didin. Herî dawî jinan beriya rûniştina bê dîtin hatin ber edliyeyê û daxuyanî dan. Jinan diyar kirin ku ew dest ji dozê bernadin wê hesab ji zihniyeta paşverû bipirsin.