Hilbêjerên Çewlîg û Denîzliyê: Ji bo serkeftinê rêya 3’yemîn

  • 21:34 14 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Partiya Çep a Kesk ji Çewlîgê bigire heta Denîzliyê xebatên xwe yên hilbijartinê bi girseyeke mezin didomîne. Di xebatan de peyama “Em ê ji bo serketinê rêya sêyem ava bikin. Teqez em ê bi ser kevin” tê dayîn.
 
Ji Çewlîgê heta Denizliyê xebatên hilbijartinê didomin. Partiya Çep a Kesk, li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê bi girseyeke qelebalix buroya hilbijartinê vekir û li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê jî buroya hilbijartinê hat vekir.
 
Çewlîg
 
Şêniyên li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgêbi girseryî namzetên xwe yên parlementeriyê pêşwazîkirin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajêr û navçeyan, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîhrîban Ekîncî û Feyzî Şahanoglû û namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Hulakî, Farûk Aris û Cemîle Tûrhalli jî di nav de gelek kes tevlî vekirina buroya hilbijartinê bû. Di dema vekirina buroyê de dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin. Buroya hilbijartinê coşeke mezin hat vekirin.
 
Di vekirina buroyê de namzetê Çewligê yê Partiya Çepên Kesk Farûk Aris diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe heta dawiyê bidomînin.
 
Namzeta parlementeriyê ya Çewligê Cemîle Tûrhalliyê jî destnîşan kir ew ê heta dawiyê bitêkoşin û got: "Bi her awayî dest danîne ser mafên me. Lê em soz didin hemû Gelê Kurd û kesên ku niha di zindanan de ne, em ê mafê wan jî bi dest bixin. Em 14'ê Gulanê jî bi coşa Newrozê pîroz bikin. Em ê bi ruhê Mazlûman û bi hebûna xwe teqez bi ser bikevin." 
 
Namzetê parlementeriyê ya Çewligê ya Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Hulakî jî wiha bi lê kir:"Li pêşiya me pêvajoyeke gelek girîng heye. Heya em rejîma yekzilamî neşînin dê têkoşîna me bidome. Em ê ji talankirina qeyûman re bibêjin na, ji hemû binpêkirina mafan re bibêjin na." 
 
Denizlî
 
Partiya Çepên Kesk, di gera xwe ya li Egeyê de, li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê buroya hilbijartinê vekir. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Berdevka TOP'ê Perîhan Koca tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn. 
 
Şande li têketina bajêr bi karwaneke qelebalix hat pêşwazîkirin û ji vir tevî karwana ji dehan wesayîtan pêkahtî heya Taxa Alpaslanê çû. Şande li vir ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazşkirin. Vekirina buroyê bi govengerandinê hat pîrozkirin.
 
Ewilî namzetên parlementeriyê yên Denîzliyê yên Partiya Çepên Kesk hatin danasandin. Paşê Berdevka TOP'ê û Namzeta Parlementeriyê ya Mêrsînê ya Partiya Çepên Kesk Perîhan Koca axivî.
 
Perîhan destnîşan kir ku ew ê vê detshilatê bişînin û got: "Bila dost û dijmin zanibin ku em ji bo serketinê tên." 
 
Paşê Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr axivî û got: "Em ê Roboskiyê, Ceylan Onkolê, Berkîn Elvan, girtiyên siyasî û pergala tecrîda Îmraliyê jibîr nekin. Em ê hesabê wan li sindoqê û paşê jî li bara darazê bipirsin. Em ê ji bo serketinê rêya sêyem ava bikin. Teqez em ê bi ser kevin." 
 
Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Snacar axivî. Mîthat jî bilêv kir ku Partiya Çepên Kesk bi coşa ciwan û jinan amade ye ji bo hilbijartinê û got ku vê desthilatê di 21 salên dawî de welat ber bi karesatê ve biriye. Mîthat anî ziman ku desthilata heyî berberiyê dixe nava civkê û kîn û nefretê kûr dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em coş xwe di sindoqan de jî bide der. Em ê li her derê Denîzliyê bigerin û vîna xwe di sindoqan de bidin der. Ji bo vîna me ji sindoqan derkeve, divê em sindoqan biparêzin. Desthilatê karê me, nanê me û vîna me xesp kir. Lê em ê nehêlin dengê me xesp bike. Em ê ji Denîzliyê herî kêm parlementerekî bişînin meclisê."