Kedkarên cotkariyê piştgirî dan Partiya Çep a Kesk

  • 14:03 14 Nîsan 2023
  • Ramyarî
ÎZMÎR - Namzetên jin ên Partiya Çep a Kesk bi jinên karkerên çandiniyê yên li navçeya Menderesê re hatin ba hev. Namzetan gotin, “Em ji bo ku daxwazên we li Meclisê jî bînin ziman hatin vê derê. Em bi jinên kedkar ên tên tepisandin re ne. Em dixwazin bi hev re têbikoşin û vê pergalê bi hev re biguherînin.” 
 
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Îzmîrê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Menderesê bi jinên karkerên berhevkirina rokayê re hatin ba hev. Namzetên parlamenteriyê yên jin Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay û hevseroka bajar Berna Çelîk jî tev li xebata hilbijartinê bûn. 
 
'Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin'
 
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di serdanê de axivî û diyar kir ku heqê keda jinan nayê dayîn. Serpîl, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em ji bo ku daxwazên we li Meclisê jî bînin ziman hatin vê derê. Em bi jinên kedkar ên tên tepisandin re ne. Em dixwazin bi hev re têbikoşin û vê pergalê bi hev re biguherînin.” 
 
Jin bi kîja pirsgirêkan rû bi rû dimînin
 
Piştre jî namzetên jin xwe dan nasîn û diyar kirin ku ji bo bizanin bê ka jinên karker bi kîjan pirsgirêkan re rû bi rû dimînin û ji bo van pirsgirêkan ji wan guhdarî bikin hatine serdanê. Namzetên jinan gotin ku ev hilbijartin ji bo jinan pir krîtîk e û dan zanîn ku Partiya Çep a Kesk li Meclisê mîsogeriya hemû jinan e. 
 
Karkerên jin jî di hevdîtinê de axivîn û gotin ku heqdestê wan ê rojane 300 TL ye lê ji ber krîza aborî ev pere bi têrî wan nake û destnîşan kirin ku divê pergala heyî were guherandin.