Doza Kobanê: Dozger mutalaayê bo eywana vala dixwîne

  • 12:16 14 Nîsan 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Hêj parastinên di Doza Kobanê de ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin bi dawî nebûbûn ku dozger dest bi xwendina mutalaayê kir. Parêzer û siyasetmedarên girtî biryar protesto kirin û eywan terikandin. Dozger jî mutalaayê bo eywana vala dixwîne. 
 
Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 3’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin. Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tev li danişînê bûn. 
 
Hinek siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn û yên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Danişîn, bi xwendina biryara dadgehê ya navberê ku di periyoda duyemîn de dabû dest pê kir. Dozger, dest bi xwendina mutalaayê kir û siyasetmedaran jî gotin ku dixwazin parastinê bikin. Lê dozger xwendina mutalaayê domand. 
  
Di vê navberê de siyasetmedarên girtî rabûn ser pêyan û bi çepikan biryar protesto kirin. Dema protesto didomiyan de dozger mutalaa xwend. Li ser vê yekê serokê dadgehê got; “Yên nexwazin guhdarî bikin dikarin derkevin.” Li ser vê yekê siyasetmedarên girtî bi çepik, tililî û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ji eywanê derketin. Beşarên li eywanê û parêzerên li eywanê jî rabûn ser pêyan û rewşa heyî bi çepikan protesto kirin. 
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê parêzer Nûray Ozdagan jî wiha got: “Fermo, beyannameya xwe ya hilbijartinê bidin.” Di vê navberê de parêzer û beşdaran eywan terikandin. Piştî ku siyasetmedaran eywan terikandin jî li di bin eywana dadgehê dengê tililî û dirûşmên wan hatin bihîstin. 
 
Dozger Cemalettîn Şîmşek hêj jî mutalaaya xwe ya ji 13 beşan pêk tê bo eywana vala dixwîne. 
 

Etîketan:

kobanê doz