ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 14 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*Paradîgmaya mekanîk ji ber rêbazên zanistê baş ne nirxandiye di qutbûna radîkal de pirsgirêkan dijî. Ji ber parçe parçe nêzî heqîqetê dibe. Jineolojî beriya her tiştî rêbazake lêgerînê ya ku xwe dispêre kevneşopiya bi kok esas digire. NÎQAŞÊN JINOLOJIYÊ 
 
*Deshilatdariya AKP-MHP’ê ber bi hilbijartinan ve destkeftiyên jinan kir mijara bazarê û wezîra demî ya AKP’ê gotibû ‘ji carekê tiştek nabe’ û bûyerên destdirêjiyê yên li Weqfa Ensarê veşartibû.
 
* Aktîvîsta TJA’ê Eylem Amak, diyar kir ku AKP bi listeya xwe carek din helwesta xwe ya domandina dijminatiya jinê aşkera kir û got: "Em ê li qadan bi têkoşîna xwe bersivê bidin AKP'ê. Em ê bi hêzek mezin xwe xebatên xwe bidomînin û teqez vê îktîdarê bişînin.” BI DÎMEN 
 
*Jinan diyar kirin ku sedema krîza aborî, siyasî û civakî ya li welat desthilatdariye û bi gotinên "Em nane hişk dixwin" û "Bila dengên xwe nedin faşîstan" bang kirin. BI DÎMEN 
 
*Ev du sal in ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xeber nayê girtin. Her wiha serdanên malbatê jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Têkildarî mijarê parêzeran serî li AYM'ê dan. Lê belê hîn tu bersiv ji bo dosyayê nehatiye dayin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk wiha got:"Daxwaza me ya ewil azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Em bang dikin ku her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike." BI DÎMEN 
 
*Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya DBP’ê û namzeta Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin û kesên bi wan re pêk tê, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê tevlî vekirina buroya hilbijartinê bibe. Şande piştre derbasî Qoserê  be û li vir jî tevlî vekirina buroya hilbijartinê bibe. (12.00-20.00) BI DÎMEN 
 
*Partiya Çep a Kesk bûroya xwe ya hilbijartinê a çaremîn yê li Cizîrê li taxa Nûrê veke.(15.00) BI DÎMEN 
 
* Partiya Çep a Kesk vi beşdariya namzetên xwe yên Sêrtê li pêş avahiya Rêxistina HDP’ê Bajarê Sêrtê hevdîtina bi gel pêk bînin.(15.00) BI DÎMEN