Meral Beştaş a qeza kir sewqî Enqereyê kirin

  • 08:31 14 Nîsan 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Meral Daniş Beştaş a HDP’î ku li Qereyaziyê qeza kir, sewqî Enqereyê hat kirin.
 
Serokwekîla Komar Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û ajovanê wê Mehmet Vefa û rêveberekî partiyê ku navê wî nehat hînkirin, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Qereyazî ya Erziromê qeza kirin. Meral ku di wesayîtê de asê bû, piştî xebatkarên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê, ji wesayîtê hat derxistin û bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê hat kirin. Piştî mudaxileya ewil ku li ber nexweşxaneyê di hundirê ambulansê de hat kirin, Meral sewqî Enqereyê hat kirin.
 
Hat diyarkirin ku Meral li ser hişê xwe ye û bi gumana ku hestiyê pişta wê şikestiye sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê hatiye kirin. Piştre sewqî Enqereyê hat kirin.
 
Wê Meralê sibehê bê emeliyatkirin.