Li Artuklu buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin

  • 23:14 13 Nîsan 2023
  • Rojane
MÊRDÎN – Partiya Çep a Kesk, li taxa Yalimê ya Artuklu ya Mêrdînê buroya hilbijartinê ya jinan bi coşek mezin vekir. 
 
Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk (Partiya Çep a Kesk), li Taxa Yalim a navçeya Artuklu ya Mêrdînê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzetên jin ên Partiya Çep a Kesk ên Mêrdînê Saliha Aydenîz, Bêrîtan Guneş û Leyla Kaya, aktîvîstên TJA’ê, rêvebirên HDP’ê û bi dehan kes tevlî vekirina bûroyê bûn. Beriya axaftin û vekirina buroyê girseyê dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û govend gerandin. Girseya ku tevlî bernameyê bû bê navber dirûşme berz kir. 
 
‘Berxwedan jiyan e’
 
Aktîvîsta TJA’yê Necla Acibûca axivî û wiha got: “Ev hilbijartin ji bo me û hemû gelan gelek girînge. Ji ber vê yekê jî divê em ji 7 salî heta 70’ê salî li berxwe bidin. Em bi serkeftinê xwe nîşan bidin. Wekî ku Sêvê Demîr gotibû ‘berxwedan jiyane.’ Em ê jî li berxwe bidin.”   
 
‘2023 dê bibe vegûherandina pergalê’
 
Piştre namzet Saliha Aydenîz axivî. Salihayê anî ziman ku azadî û wekhevî bi têkoşîn û sekna jinê pêkane. Salihayê bi lêv kir ku ev buroya hilbijartinê ya jinan boneya azadî û ji bo pêşeroja azadiya jinê wê xebatên xwe pêk bîne û wiha axivî: “Em dizanin ku ev hilbijartina 2023’an ew ê bibe vegûherindina pergalê. Ev pergal sedsale dijminatiya gelê Kurd, jin, gelan, bawerî û zimanan dike. Ji ber vê yekê jî em ê têkoşîna xwe mezin bikin û li hemberî van polîtîqayên sedsalîn vegûherandina pergalê pêk bînin. Em dizanin ku ev jÎ bi pêşengiya jinê, bi rêxistina jinê, bi xebat û rengê jinê pêk bê. Tevgera jina kurd îro bi dirûşmeya ‘jin, jiyan, azadî’ ji hemû cihanê re bûye mînak û rêxistina xwe pêşdixîne. Tevgerên cihanê jî ji vê rêxistinê hêzê digire û têkoşîna xwe mezin dike. Ji ber vê yekê desthilatdariya îktîdaran ji jinan ditirsin. Ji ber vê jî polîtîqayên destxistinê li ser jinan, komkûjiya jinê û rengê jinê bimeşînin. Jin çiqas pêşeng, bi rêxistin bin ew ê civak jî ew qas bi reng û azadiya xwe pêş bikeve. Lewra jî pêşengiya civakê jin bike. Li aliyekî dinê jî ji bo Peymana Stenbolê em ê têkoşîna xwe mezin bikin”
 
‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’
 
Salihayêwiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber ku ev îktîdar hemû polîtîqayên xwe li ser tecrîdê, tune hesibandinê, qirkirinê dide meşandin. Ji bo vê jî heta dawiyê şer û qirkirin daye pêşiya xwe. Lewra jî em ê heta dawiyê têkoşîna xwe mezin bikin.”       
 
Piştî axaftinê namzetên partiya Çep a Kesk û dayîkan qûrdeleya bûroyê birîn. Bername bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.