Di doza Kobanê de mutala sibê tê xwendin

  • 19:34 13 Nîsan 2023
  • Hiqûq
ENQERE- Di doza Kobanê de daxwazên hemû siyasetmedarên girtî û parêzeran hat redkirin, ji bo xwendina mutalayê heta sibê navber dan runiştinê. 
 
Li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li bakurê Kurdistanê gel rabû ser pêyan. Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê doz hatibû vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê jî di nav de û 17 jê girtî bi giştî 108 kes tên darizandin. Rûniştina 2’yemîn a danişîna 24’emîn a Doza Kobanê li Eywana Danişînan a Kampusa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin. Doz, ji hêla şandeya 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, endamên MYK û PM’ê yên Partiya Çepên Kesk, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî tev li danişînê bûn. 
 
Hinek siyasetmedarên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin tev li danişînê bûn û yên li girtîgehên cuda tên ragirtin jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûç.
 
Heyeta dadgehê hinceta ‘tevgerên ku ji parastinê direvin nîşandane’ hemû daxwazên giriyan û parêzeran red kirin. Guhdarkirina muştekiyan û ji nûve parastin, hemû daxwaz hatin rekirin. 
 
Runiştin ji bo xwendina mutalayê heta 14’ê Nîsanê navber danê.