Daxwaza girtinê ya ji bo kiryar Burak Ercan carek din hat redkirin

  • 16:02 13 Nîsan 2023
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Danişîna doza kiryar Burak Ercan ê ku 42 zarokên xwendevan bi peyamên telefonê tacîz kiribûn hat dîtin. Daxwaza girtinê ya ji bo kiryar hat redkirin û doz hate taloqkirin.
 
Burak Ercan ê ku li lîseyeyeke li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 42 xwendekarên zarok taciz  kiribûn. Derheqê Burak Ercan de 2 doz hatibûn vekirin. Daneşina doza kiryar îro li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate dîtin. Endamên Egîtim Senê tevlî dozê bûn. Kiryar Burak Ercan tevlî danişînê nebû.
 
Şahîdên ku wê lê bihatina guhdarkirin tevlî danişînê nebûn. Ji bo kêmasîya evrakan were temamkirin û li şahîdên nû were guhdarkirin doz taloqî 15’ê hezîranê hate kirin.