Rêxistina Mafên Mirovan ji bo Şehba, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bang kir

  • 13:23 13 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku ambargoya giran a li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rake.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî ambargoya giran a ku hikumeta Şamê li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Li herêma Şehbayê ku koçberên Efrîn û niştecihên resen lê dijîn, her wiha li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqûsdê yên Helebê aloziya sotemeniyê dewam dike. Sedema vê yekê ambargoya giran e ku hêzên Firqeya 4'an a rejîma Sûriyeyê fez kiriye û nahêle sotemenî derbasî van herêman bibe.
 
Heftane derdora 25 tankerên sotemeniyê derbas dibin, lê heta niha lîtreyek negihaştiye şêniyan. Ji wê zêdetir qutbûna kehrebeyê dewam dike û rojane 2 saet tenê kehrebe heye, berê 4 saet bûn. Her wiha saetên xebitandina bîrên li Şehbayê bûn 8 saet. Ev bîr avê didin zêdetirî 55 gundan. Heke ambargo dewam bike dibe ku nexweşxaneya li Şêxmeqsûdê û ya Fafînê ji xizmetê derdikevin.
 
Wekî rêxistineke hiqûqî ku li gundewarê bakur ê Helebê çalak e, em bang li tevahî rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dikin ku zextê li hikumeta Sûriyeyê bike da ku ambargoya li ser herêma Şehbayê û her du taxên kurdan ên li Helebê rake, bihêle sotemenî, şîrên zarokan, derman û pêwîstiyên jiyanê bigihêjin bi hezaran koçberên Efrîn û niştecihên resen ên li van herêman.
 
Her wiha em bang li hikumeta Sûriyeyê dikin ku nêzî niştecihên van herêman bibin mîna ku welatiyên Sûriyeyê ne û erkên xwe wekî ku di destûra Sûriyeyê de hatiye nivîsandin, bi cih bîne."