Jinên Ciwan li Hesekê piştgirî dan serhildana 'Jin jiyan azadî'

  • 11:06 13 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hesekê jinên ciwan ji bo piştgirî bidin serhildanên "Jin jiyan azadî" ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê û êrîşên jehrîkirina xwendekarên jin şermezar bikin, li ser dîwarên dibistanê jina bi maske û dirûşma Jin, Jiyan, Azadî’ nivîsandin.
 
Jinên Ciwan ên xwendekar, endamên Tevgera xwendekarên demokratîk, li bajarê Hesekê ji bo piştgiriyê bidin serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi pêşengiya jinên ciwan pêş dikeve daxuyaniyek dan. Her wiha xwendekar ji bo nerazîbûnên xwe bînin ziman, li ser dîwarê dibistanê "Jin, Jiyan, Azadî" nivîsin. Di daxuyaniya ku êrîşên rejîma Îranê û jehrîkirina xwendekarên jin tê de hate şermezarkirin ev tişt hate gotin: 
 
“Dewleta Îranê li dijî serhildanên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê komkujiyan pêk tîne. Rêjîma Îranê ji bo bêdengkirina serhildanên ku bi pêşengtiya jinan û bi dirûşma Rêber Apo ''Jin Jiyan Azadî '' geş dibe û bênavber didome rêbazên curbecur bi kar tîne. Ji bo vê jî gelek jinên ciwan ên ku pêşengtiya vê serhildanê dikirin bi awayekî herî hov li ber çavê hemû mirovahiyê darve kirin. Lê dîsa jî dewleta faşîst a Îranê tenê bi van kiryaran re sînordar nema. Rejîma Îranê herî dawî bi jehrîkirina xwendekarên jin ên ku roleke pêşeng di wê serhildanê de dilîstin, êrîşên xwe berdewam kirin.
 
Em wek Tevgera Xwendekarên Demokratîk van kiryaran qebûl nakin û ji bo wê em beşdarî pêngava ''Jin Jiyan Azadî Ser bixwe Azadî '' dibin. Ji bo bilindkirina dengê serhildana jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, em ê weke jinên ciwan ên xwendekar her li qadan bin. 
 
‘Zêdetirî 9 hezar xwendekar hatine jehrîkirin’
 
Xwendekaran di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev 44 sal e dewleta Îranê girtin, kuştin û darvekirin kiriye şêwazê parastina rejîma xwe û bal kişand ser jehrîkirina xwendekarên keç û got: “Bê guman ev ji bo rejîma Îranê ne hedefek ji rêzê û tesadûfî ye. Heya niha di nava bajarên Rojhilat wekî Sine, Mehabad, Îlam, Kirmaşan, Seqiz, Merîwan û Bokan de û di nava bajarên Îran de jî Tehran, Qom, Îsfehan, Kerej û Şîraz de xwendekarên zêdetirî 500 dibistanan rastî êrîşên gazên kîmyewî hatine û zêdetirî 9 hezar xwendekar hatine jehrîkirin. Ji nava wan jî herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. 
 
Em weke Xwendekarên Jin van êrîşan û jehrîkirina xwendekaran qebûl nakin û em ê bê helwest nemînin. Em ê her tim piştgiriya serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ bikin.”