ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 13 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*Li Tirkiyeya ku hem peymanên navxweyî hem jî yên navneteweyî yên derbarê jinan de tên paşguhkirin û hedefgirtin têkoşîna jinan a li dijî êrişan jî dewam dike. Piştî feshkirina Peymana Stenbolê niha jî Zagona 6284'yan ji aliyê partiyên dijminatiya jinê dikin ve dibe mijara bazarê. Loma jî jin balê dikşînin ser girîngiya naveroka vê zagonê û diparêzin.
 
*Parêzer Cansel Talay da zanîn ku jinên ewlehiya canê wan tune nikarin biçin dengên xwe bi kar bînin û got di 31’ê Adara 2014’an de 30 hezar jinî deng bi kar neanîbûn û îsal wê hîn zêdetir bin. DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kirin ku bila ji desthilatdariyê tu kes ji bo dengan neyên ber deriyê wan û gotin: “Ji vir ji desthilatdariyê re deng dernakeve êdî. 5 sal bû min dengê xwe dida AKP’ê lê êdî nadim.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên Şirnexê têkildarî hilbijartina 14’ê Gulanê axivîn û destnîşan kirin ku ew bi sîyasetek demokratîk azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan -misoger bikin. DÎMEN HEYE
 
*Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Saliha Aydeniz, da zanîn hedefa wan a esil "Tifaqa Demokrasiyê ya Mezin e" û got:"Ji aliyekî kesên demokrasî, aştiyeke bi rûmet û azadiyê dixwazin hene ji aliyekî jî kesên dixwazin faşîzmê pêş bixin, di şer û tecrîdê de israr dikin hene. Ji bo em bi îktidara şer bidin windakirin divê em bi kesên demokrasiyê diparêzin vêya pêk bînin." DÎMEN HEYE
 
* Namzetên Parlementerên Partiya Pêşerojê ya Çep a Kesk yên Mêrdînê li Tesîsên Sultan Şehmus werin pêşwazîkirin. (12.00) BI DÎMEN 
 
* Partiya Çep a Kesk, li Taxa Yalim a navçeya Artûklûyê buroya hilbijartinê ya jinan dê veke. (20.30) BI DÎMEN 
 
* Danişîna 5’yemîn a doza kiryar Burak Ercan ê ku 42 zarok bi peyamên telefonê tacîz kiribû, dê li 1’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê were dîtîn.(14.00)
 
* Partiya Çep a Kesk bi tevlîbûna namzetên xwe yên Şirnexê dê li kolana hunerê ya Cizîrê bûroya xwe ya hilbijartinê a sêyemîn veke.(15.00) BI DÎMEN