Pervîn Buldan: Rondikên dayika Emîne li ber çavan bigirin û biçin ser sindoqan

  • 19:41 12 Nîsan 2023
  • Rojane
RIHA – Pervîn Buldan ku bû mîvana sifreya fitarê ya Malbata Şenyaşar diyar kir ku dema gelê Rihayê dengên xwe bikar tîne divê rondikên ku Emîne Şenyaşar dibarîne li ber çavan bigirin û got piştî AKP biçe wê Edelet jî pêk bê. 
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 751’an de berdewam dike.Malbatê bi wesîla meha Remezanê fitara xwe li ber edliyê vekir û hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, hevşardarê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamenterên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, namzetên Partiya Çep a Kesk çûn serdana malbata Şenyarşar. Heyetê beriya fitarê daxuyaniyek da.
 
‘Em ê hesab bipirsin’
 
Ahmet Turk axaftinek kir û diyar kir ku wê fatureya vê zilmê li cem gel pir mezin be û wiha got: “Me her tim li dijî vê zilmê têkoşîn da. Em li her derê mexdur bûn. Îro malbata Şenyaşar ji ber li edeletê digerin hedef tên girtin. Bavek û du kurê xwe hatin qetiklirin. Lê em ê hesabê vê bipirsin. Divê gelê Kurd di sindoqan de bersiva xwe bide.”
 
‘Wê ev dewran biguhere’
 
Pervîn Buldan jî axivî û diyar kir ku ji ber îro ligel malbata Şenyaşara kêfxweşe û wiha dirêjî daye: “Yên çûn nayên lê dema sûcdar cezayên xwe bikşînin wê em teselî bibin. Kujer diyarin lê mixabin hiqûq pêk nayê. Mixabin bang û qêrîna dayika Emîne nayê bihistin. Em dizanin yên çûn nayên. Lê dema sûcdar bên cezakirin em ê hinek rehet bibin. Bêguman wê dewran biguhere û hikûmeta AKP’ê biçe. Di 14’ê Gulanê de wê winda bikin.Wê demê wê edelet pêk bê.”
 
Ji bo gelê Rihayê bang
 
Pervînê bang li gelê Rihayê kir ku dema diçin ser sindoqan bila rondikên dayika Şenyaşar li ber çavan bigirin û wiha dawî lê anî: “Ez banga hesityariyê li gelê rihayê dikim. Piştî hikûmeta AKP’ê biçe wê teqez edelet pêk bê.”
 
Piştî daxuyaniyê heyet û malbatê li kafeya gel edliyeyê fitara xwe vekirin.