Xebatê Partiya Çep a Kesk li Stenbolê didomin

  • 18:37 12 Nîsan 2023
  • Rojane
STENBOL- Li navçeya Fatîh a Stenbolê li daxa Zeyrek bi tevlibûna gel buroya hilbijartinê hat vekrin.
 
Partiya Çep a Kesk li navçeya Fatîh a Stenbolê li bazara Sîîrt  belavok belav kirin û meşiyan. Meş heta buroya hilbijartinê ya navçeya Fatîhê berdeawm kir. Hevberdevkê Kongreya Demokratîka  Gelan (HDK) Cengîz , dayikên aştiyê û gelek welatî di vekirina buroya hilbijartinê ya taxa Zeyrek a Fatîhê de hatin gel hev.
 
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek di vekirina buroyê de axivî û diyar kir ku wê gele Kurd, jin û ciwan vî welatî demokratîk bikin û xwedî vê hêzêne.  Cengîz anî ziman ku ew mafdarin û wê serkevin. 
 
Piştre buro hat vekirin û gel govend gerandin.