Nobeda Edaletê di roja 752'ê de ye

  • 15:55 12 Nîsan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 751’ê de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were.”
 
Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 751’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta xwe ya Edaletê kir. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Gelê Rihayê wê di 14’ê Gulanê de li mîrate û misyona Hz. Îbrahîm ê li dijî Nemrûdan serî rakir derkeve! Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were. Kesên bûne sedemê bêedaletiyê wê winda bikin…”