Doza Kobanê: Li gorî biryara qesrê tevdigerin

  • 14:59 12 Nîsan 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di danişîna doza Kobanê de Fîgen Yuksekdag û Gulten Kişanak axivîn û bal kişandin ser helwesta şandeya dadgehê û diyar kirin ku şande biryara ku hatî dayîn dixwaze pratîze bike. 
 
Danişîna 24’emîn a Doza Kobanê di roja yekemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên berê yên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) HDP’ê jî di nav de 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji Doza Kobanê tên darizandin. Doz bi îdiaya ku van siyasetmedaran fermana çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê dane hatiye vekirin. Danişîn ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê birêvebirin. 
 
Namzetên parlamenteriyên yên Partiya Çepên Kesk, rêveberên navenda HDP’ê, parlamenterên HDP’ê Garo Paylan, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parêzerên endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) danişînê şopandin. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne anîn eywana danişînê û hin siyasetmedarên girtî yên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. 
 
Hevseroka Giştî ya berê yê HDP’ê Fîgen Yuksekdag di danişînê de axivî û got: "Me pêvajoyeke erdhejê jiya û jiyan veguherî dojehê. Ev rewş ligel 2 meh derbas bûn jî didome. Di erdheja ku bi 10 hezaran kes jiyana xwe ji dest da de dîroka danişînê neguherî. Ji ber ku kesên ku li qesrê ne li benda biryarê ne. Mirovên ku li herêmên erdhejê têkoşîna jiyanê didan, li vir dadger û dozger ji bo ceza bidin me xebitin. Erdogan ji bo di hilbijartinê dixwaze biryarek wisa bide girtin û derkeve pêşberî hilbêjerin xwe. Heta niha polîtîkaya dîlgirtinê da meşandin. Ragihandina mutalayê ya dozgeriyê dê fermana îktîdarê bide. Ev îktîdar di hêla ehleqê de qediyaye. Ji hilbijartinê re mehek ma û rêya siyaseta demokratîk vekiriye û êdî em ê bi hev re li ser vê rêyê bimeşin. Em ê dibêjin rêya Partiya Çepên Kesk û ya gelê me vekiribe." 
 
Siyasetmedar Gultan Kişanak jî di parastina xwe de bal kişand ser kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Şandeya dadgehê hewl dide ku biryara ku hatî dayîn bi cih bîne. Lê belê bê feyde ye. Hûn nikarin biryarê heta hilbijartinê derxin. Hewl didin ku derbarê me de biryarek bidin û piştre di qadên hilbijartinê de vê biryarê bikarbînin. Hûn cubbeya ku li xwedikin tune dihesibînin, lê ev tişt ne di heyra me de ne. Hiqûqa heyî hate binpêkirin, li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Hûn hemû sûcdar in. Em ne bersûc in, em dozdar in. Bi dehan caran vê tiştî anî ziman. Waye Partiya Çepên Kesk tê. Kesên ku baweriya wan ji aştî, demokrasiyê û azadiya jinê tê dê li Partiya Çepên Kesk de cih bigirin. Di 14'ê Gulanê de gelê me dê li ser sindoqan hesabê bipirsin."
 
Gultan ji şandeya dadgehê pirsî û got: "Hêj îfade nehatiye girtin û hûn çawa dikarin mutalayê bixwînin? Hefteyek beriya niha li qadên siyasetê talîmat tê dayîn, hûn jî li gorî talîmatê tevdigerin. Tiştên ku wek delîl tên nîşandan ne delîl in. Hûn li gorî biryarên ku tên dayîn tevdigerin. Ev darizandin hêj nehatiya asta mutalayê. Hevalên me hêj parastina xwe nekirine. Hûn biryara qesrê pêktînin."
 
Siyasetmedar Emîne Beyza Ustun jî di dadgehê de bal kişand ser îfadeyên şahidên nepen û got: "Em delîlên ku hatî amadekirin qebûl nakin. Em dixwazin ev delîl bên lêkolînkirin. Hêj hevalên me parastina xwe nekirine. Darizandineke edilane pêk nayê."

Etîketan:

kobanê doz