Doza ku 8 jin jê dihatin darizandin hat taloqkirin

  • 14:37 12 Nîsan 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Rûniştina 33 jinên di dema çalakiyên Peymana Stenbolê de û 8 jinên berî wê hatibûn binçavkirin taloqî 17'ê Gulanê hat kirin. 
 
Di dema çalakiya "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin" 33 jin bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Berî wê jî li ber Edliyeya Enqereyê 8 jin hatibûn binçavkirin. Doza jinên hatibûn binçavkirin li 53'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Enqereyê hat dîtin. 
 
Sibel Goktaş, Semra Demir, Sila Yilmaz, Seher Gulçin Polat, Linda Sevinç Hocaogullari, Îlayda Doga Karaman, Îlay Kadiroglu, Esmanur Çaglak, di rûniştina çaremîn de mazerata xwe ragihandin û tevlî rûniştinê nebûn. 
 
Parêzeran beyannameyên xwe yên pêşkêşî dosyayê kirin dubare kirin. Her wiha parêzeran xwestin muwekîlên wan bên beratkirin. 
 
Şandeya dadgehê bi hinceta Seher Gulçin Polat parastina xwe nekiriye rûniştin taloqî 17'ê Gulanê kir.