Îdianameya 728 rûpel a derbarê 18 rojnamegerî de: Dîroka rûniştinê diyar bû

  • 12:08 12 Nîsan 2023
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Îdianameya derbarê 16 jê rojnamgerên 10 meh in di girtîgehê de ne, bi giştî 22 kesî de ku hatibû amadekirin ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Wê rûniştina rojnamegeran di 11'ê Tîrmehê de pêk bê. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamger bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji rojnamegerên hatin binçavkirin Mudura Karên Nivîsê ya Ajansa me JINNEWS Safiye Alagaş, Hevseokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Serdar Altan, Edîtorê Ajansa  Mezopotamya (MA) Azîz Oruç, Mudurê Karên Nivîsê yê Rojnamega Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogar Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Geçîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di 16'ê Hezrana 2022'yan de bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin.
 
Îdaname hat qebûlkirin
 
Ligel ku 10 meh in di lêpirsînê de tu pêşketin çênebûye, di hefteyên borî de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû diyarkirin ku derbarê rojnamegeran de îdaname hatiye amadekirin, ji 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê re hatiye rêkirin û di asta lêkolînê de ye. Herwiha hatibû diyarkirin ku piştî îdaname bê qebûlkirin dê rewşa rojnamegeran ji nû de bê nirxandin û dê dîroka daneşînê bê diyarkirin.
 
Hat diyarkirin ku îdaname hatiye qebûlkirin û dîroka daneşînê û biryarên din ên derbarê îdanameyê de wê piştre bên aşkerakirin.
 
Dîroka rûniştinê diyar bû
 
Piştî qebûlkirina îdanameyê dîroka rûniştinê hat qebûlkirin. Wê rûniştina ewil di 11'ê Tîrmehê de pêk bê. 
 
Dosyaya Safiye Alagaş hat veqetandin
 
Her wiha dosyayên derbarê Mudura Karê Nivîsê ya ajansa me Safiye Alagaş û Gulşen Koçuk ên ku bi heman çarçoveyê hatibûn binçavkirin de bi biryara 21'ê Adarê hat tefrikirin. Îdianameya rojnamegeran hîn ne amade ye.