Ceylan Akça: Ji bo em tarîtiya îktidarê bidin sekinandin em tên

  • 09:12 12 Nîsan 2023
  • Ramyarî

Melek Avci 

ENQERE - Ji namzetên Partiya Çep a Kesk Ceylan Akça, da zanîn ji bo avakirina siberojeke ronî ew ê wekî partî têkoşînê bikin û got:"Ez û bi hezaran hevalên wekî min ji bo em tarîtiya îktidarê bidin sekinandin em tên. Em ê li meclîsê gotina xwe bikin."
 
Partiya Çep a Kesk ji bo 14'ê Gulanê hilbijartinên parlamenteriyê lîsteya xwe ya namzetan eşkere kir û di 11'ê Nîsanê de danasîna wê kir. 
 
Herî zêde namzetên jin di Partiya Çep a Kesk de cih girtin. Di lîsteya namzetan a 34 bajarî ya Partiya Çep a Kesk de jinan di rêza yekemîn de cihê xwe girtin. Ceylan Akça jî di dora 8'emîn a namzetan a Amedê ya Partiya Çep a Kesk de cih girt. Ceylanê têkildarî têkoşîna jinan û jinên wekî namzet hatine nîşanda siberojeke çawa ji civakê re ava bike nirxandin kir. 
 
'Partiya Çep a Kesk pratîka nûnertiya wekhev derdixe holê'
 
Ceylanê bi lêv kir ku Partiya Çep a Kesk wekî partiyên din jin tenê wekî sembolîk nîşan nedaye û wiha got:"Ez ji Amedê me û di 8 saliya xwe de ji wir veqetiyam. Di 8 saliya xwe de ez mecbûr mam ji gundê xwe yê ku pevçûn lê diqewimîn koç bikim. Niha ez ê ji herêma xwe xizmetê bikim loma ev min kêfxweş dike. Partiya Çep a Kesk pratîka nûnertiya wekhev derdixe holê. Partiya Çep a Kesk wekî sembolîk jin wekî namzet nîşan nedaye. Loma ez ji Partiya Çep a Kesk bûm namzet."
 
'Jinên kurd ji ber nasnameya xwe tên çewisandin'
 
Ceylanê da zanîn ku jinên kurd ji ber nasnameya xwe tên çewisandin û got:"Dema em li daraza heyî dinêrin sîstemeke maskulen, patriarkal e û jinê nabîne. Îktidara heyî ji jinên ku di siyasetê de xwedî gotin in aciz e. Tifaqa Cumhur destkeftiyên jinan bi tifaqên paşverû tune dike. Îktidar ji Peymana Stenbolê vekişiya, 6284'an ji nîqaşê re vedike. Nerehetiya xwe ya li dijî jinê bi rehetî dibêje. " 
 
'Li meclîsê em ê gotina xwe bikin'
 
Ceylanê da zanîn ew ê li meclîsê gotina xwe bikin û got:"Îktidara 22 salan jin di tarîtiyê de hepis kiriye. Em ji îktidarê dibêjin hûn nikarin jinan bikin qurban. Ez û bi hezaran hevalên wekî min ji bo em tarîtiya îktidarê bidin sekinandin em tên. Em ê li meclîsê gotina xwe bikin."
 
'Ez ji bo hemû kesî siberojeke baş dixwazim'
 
Ceylanê da zanîn Partiya Çep a Kesk ji bo jinan siberojeke xweş derdixe pêş û wiha pê de çû:"Keçe min a 10 mehî heye. Ez ji bo wê siberojeke baş dixwazim. Ez ji bo hemû kesî siberojeke baş dixwazim. Ez bang li kesên siberojeke ronî dixwazin dikim. Ji bo hemû kesî lê bi taybet ji bo jinan dibêjim. Lê ez bawer im wê ronahiyê hilbijêrin ne tariyê."