RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanya nameyan da destpêkirin

  • 20:10 11 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi kampanya şandina nameyan a ji bo Neteweyên Yekbûyî kir. RJAK’ê banga tevlîbûna kampanyê li hemû jinên azadîxwaz kir.
 
RJAK’ê li Silêmaniyê bi civînek çapeniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dirûşma ‘Mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan’ de dest bi kampanya name şandina ji bo Neteweyên Yekbûyî kir. Her wiha banga tevlîbûna kampanyê li jinên azadîxwaz hat kirin. Kampanya îro destpê dike wê heta 25’ê Nîsanê berdewam bike.
 
Wê name  awayên nivîskî, nameyên elektronîk û peyaman bên ragîhandin. Kesên tevlî kampanyayê dibin, dikarin bi zimanê Kurdî û Erebî name û peyamên xwe bişînin.
 
RJAK’ê di civîna çapemeniyê de têkildarî ragihandina kampanyê daxuyaniyek da. Endama RJAK’ê Çiro Şiwanî  daxuyanî xwend û got:“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di rewşa herî giran a girtîgehê de tê ragirtin. Hiştina Rêber Ocalan a di girtîgehê de, kuştina dîrok û gelê Kurd e, em ê di beramber de bêdeng nebin. Ew paradîgmaya ku li ser fikir û felsefa Rêber Ocalane, azadiya jinê zindî hiştiye û jîngeh û mirovahî esas wergirtiye. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ çavkaniya xwe ji Îmraliyê girtiye ku ji bo me bûye çirayek geş. Ne tenê jinên Kurd, di heman demê de jinên cîhanê jî bi vê dirûşmê ji nûve ji dayîk bûne.” 
 
Tecrîd girantir bûye
 
Çîro wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev du salin tecrîda li ser Ocalan girantir bûye. Ne malbat ne jî parêzer nikarin hevdîtinê li gel Rêber Ocalan de bikin. Li dijî vê tecrîda giran, em wek RJAK di jêr dirûşma ‘mafê hêviyê ji bo Rêber Abdullah Ocalan’ de kampanya name şandina ji bo Neteweyên Yekbûyî radigihînin. Em bang li tevayî jinên azadîxwaz bi taybetî jinên Başûr dikin ku li beramberî van tawan û tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan bêdeng nemînin û bi awayek çalak tevlî kampanyê bibin.”