Nûçegîhana me Nazlican Yildiz hat tehliyekirin

  • 15:03 11 Nîsan 2023
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Rojnameger Nazlican Yildiz di rûniştina ewil a doza ku bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin de bi şerdê kontrola edlî hat tehliyekirin. 
 
Faliyetên Însiyatîfa Xwendekarên Azad ji bo nûçegîhana ajansa me Nazlican Yildiz wekî hincet hat nîşandan û bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" hat darizandin. Rûniştina ewil a doza ku jê dihat darizandin li 21'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bayrakli hat dîtin. Parêzer û malbata Nazlicanê tevlî rûniştinê bûn. Her wiha Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê, HDP û rojnameger jî tevlî bû. 
 
Rûniştin bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Nazlicanê diyar kir ku wê çalakiyên xwe di çarçoveyeke aştiyane de pêk aniye û daxwaza tehliyeya xwe kir. 
 
Piştre îfadeya şahidê veşartî 900 hat girtin. Şahidê veşartî diyar kir ku navê Nazlican wekî Rojîn tê zanîn û got bi talîmata rêxistinê di nava însiyatîfê cih digire. Dozger berdewamiya girtina Nazlicanê xwest. 
 
Ji parêzerên Nazlicanê Serhat Işik jî da zanîn ku îfadeyên şahidê veşartî ne şênber in û daxwaza tehliyekirinê kir. He wiha parêzer Aryen Turan jî da zanîn ku çalakiyên însiyatîfê nikare wekî sûc bê qebûlkirin. 
 
Piştî navberê şandeya dadgehê bi şerdê kontrola edlî Nazlican tehliye kir.