Dayika Uveyş li Rihayê hat bibîranîn

  • 14:20 11 Nîsan 2023
  • Rojane
 
RIHA - Dayika Uveyş a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rihayê hat bibîranîn. 
 
Dayika Uveyş a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Rihayê hat bibîranîn. Li Kuçeya Amara ya Xelfetiyê li ser goristanê bibîranîn hat lidarxistin. TJA, xizmên Dayika Uveyş, Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Xelfetiyê Fatma Korkmaz, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevlî merasîma bibîranînê bûn. 
 
'Dayika Uveyş dîrokek e'
 
Fatma Korkmaz a di bibîranînê de axivî wiha got:"Dayika Uveyş dîrokek e. Abdullah Ocalan anî dinê û bû sedem ku gelê kurd çavên xwe veke. Dîsa di serî de serê Birêz Abdullah Ocalan û serî gelê kurd sax be."
 
Piştî axaftinan jinan qurnefîl danîn ser gorê.