Xwendekarên jehrîkirin şermezar kirin ji zanîngehê hatin dûrxistin

  • 12:08 11 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 16 xwendekarên ku li zanîngeha zanistên tibê ya Tebrîzê perwerdeyê dibîne, ji ber li dijî zêdebûna bi jehrêketinên li dibistanan nerazîbûn nîşan dane ji zanîngehê hatine dûrxistin.
 
Meclîsa Yekîtiya Xwendekaran ragihand ku herî kêm 16 xwendekarên li zanîngeha zanista Tibê ya Tebrîzê dixwînin, ji ber ku bûyerên bi jehrîketînê yên li dibistanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê rû dide şermezar kirine ji dibîstanê hatine dûrxistin.
 
Meclîsa Yekîtiya Xwendekaran derbarê daneyên dûrxistina ji zanîgehan de bi bîrxistin ku hinek ji wan nîv sal û hinek ji wan jî du û nîv sal ji dibistanê hatine dûrxistin û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Xwedekarên ku ji roja destpêkê ya serhildanên gel ên li Îranê piştî qetilkirina Jina Emînî bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ bi pêşengtiya jinê dest pê kir ve piştgiriya serhildanê dikin û ji aliyê hikumetê ve rastî îşkence, qitilkirin, girtin, tecawîz tên.
 
Herî dawî li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê xwendekarên li Amediyiya keçan a Mirac perwerde dibînin bi jehrê ketin. Piştî bûyerî zanyariyên ku 47 xwendekar di nexweşxaneyan de tedawiyê dibînin û ji vana jî rewşa zêdeyî 20 xwendekaran di xeteriyê de ye, hate parvekirin.