Kongreya Star: Dayika Uveyş hişt ku têkoşîna jinan zindî bibe

  • 10:59 11 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVEDAN NÛÇEYAN - Meclîsa Kongreya Star Dayika Rêberê PKK'ê Uveyş Ocalan bi bîr anî û got, “Dayika Uveyş berhemek bêhempa diyarî gelê Kurd kir, perwerde û têkoşîna dayika Uveyş hişt ku têkoşîna jinan zindî bibe û Kurd ji xewa mirinê şiyar bibin.”
 
Uveyş Ocalan, dayika Rêberê Neteweya Demokratîk, Mîmarê Azadiya Jin, Civaka Ekolojîk û Demokratîk Abdullah Ocalan, li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê di 26’ê Mijdara 1918’an de hatiye dinê û ji ber nexweşiya şekir di 11’ê Nîsana sala 1993’yan de li Edeneyê jiyana xwe ji dest daye.
 
Meclîsa Kongreya Star bi wesîleya salvegera wefata dayika Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Uveyş daxuyaniyek nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniya Meclîsa Kongreya Star de ev tişt hate gotin, “Rêber Abdullah Ocalan ji bo dayika xwe dibêje, "Ew tam tufaneke serihildêriyê bû û dizanim ku dayika min têkoşerek mezin e. Di temenê biçûk de têkoşîn fêrî min kir. Hîn jî bandora wê li ser min heye. Dayika min hestek wiha bi min re afirand. Tu xwe bispêrî min, piştgirî û alîkarî ji min bigirî, wisa bi girîn û gazin nikarî bijî. Divê teqez tu bi xwe bersivê bidî. Ev yek dibe sedema hestê xwegihîştin û tolhildanê. Li gund bi serhildêriya xwe dihat nasîn. Li hember kesî serî neditewand. Jin, mêr ferq nedikir, bi ser de diçû, hesab dipirsî. Ji xwe ji ber bandora dayika xwe ez wiha nêzî têkoşîna jinan bûm.” Fatma Ocalan jî dibêje, "Diya min li ber neheqiyê serî neditewand, mêvanperwer bû û gelekê dihat hezkirin." 
 
Dayika Uveyş a serhilêdêr
 
Meclîsa Kongreya Star anî ziman ku ev bû 30 sal in, dayika Uveyş a serhilêdêr, nûnera xwedewandan, jina bi axa xwe ve girêdayî, li dijî bêmafiyê têdikoşî, jina ku sîstema baviksalariyê li ser xwe qebûl nedikir û amade bû ku ji bo azadiyê berdelên mezin bide, jina çanda welatparêziyê di xwe de dihewîne, pir çandiyê dijî, jina wêrek ji nav me koç kirî û got, “Em wekî Meclîsa Kongreya Star Dayika Netewî Dayika Uveyş bi rêzdarî bi bîr tînin.
 
Em dibêjin mafê dayiktiyê mafekî pîroz e û ji bo were standin, ji bo êdî dayik bikarin zarokên xwe li gorî çand û dîroka xwe perwerde bikin, ji bo çavên dayikan li rêya ewladên wan nemînin, ji bo zarok di welatê Agir û Rojê de azad bijîn, em ê xwedî li mafê dayiktiyê derkevin û ji bo perwerdekirina zarokan em ê xeta yadê Uveyş ji xwe re esas bigirin.  
 
Belê Dayika Netewî Dayika Uveyş berhemek bêhempa diyarî gelê Kurd kir, perwerde û têkoşîna dayika Uveyş hişt ku têkoşîna jinan zindî bibe û Kurd ji xewa mirinê şiyar bibin. Rêya azadiyê nîşanî jinan kir. Dayika Uveyş dibistana destpêkê bû ku Rêberekî wekî Rêber Apo ji bo cîhanê bûyî roj û ronahiyê belav dike û azadiya jinê asas digire. Li ser esasê vê fikir û ramanên Rêberê Rêberan Rêber Apo, îro bi hezaran jin li serê çiyên Kurdistanê, li warê xwedewandan, ji bo nûjenkirina eşqa Mem û Zîn, Edûlê û Derwêşê Evdî, Xecê û Siyabend têdikoşin. Di encama vê felsefeyê de îro li cîhanê bi milyonan mirov li ser felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têdikoşin. Ev hemû bingeha xwe ji perwerdeya rast, kesayeta serhildêr a dayika Uveyş digire.” 
 
‘Jin mamosteya herî mezin e’
 
Meclîsa Kongreya Star diyar kir ku di kesayeta dayika Uveyş de careke din hat îsbatkirin ku, jin bingeha hemû afrîneriyê ye û wiha dewam kir,”Jin mamosteya herî mezin e, jin hem nîvê civakê ye, hem jî nîvê din perwerde dike. Ev e ya ku dijminên mirovatiyê ditirsîne û îro jinên têkoşer, jinên li meydanan mafê xwe yê dayiktiyê diparêzin, jinên zarokên xwe dest bi pergala baviksalariyê ve bernadin, xwedî li çand û dîroka xwe derdikevin, Dayikên Şemiyê dike hedef. Em bi vê wesîleyê dibêjin ku Dayikên Şemiyê jî ne bi tenê ne. Wê bi têkoşîna mîrasa Dayika Uveş hiştî, têkoşîna Dayikên Şemiyê û bi hazaran lehengî em ê bigihên jiyanek wekhev û azad.  
 
Rêber Apo digot; “Şoreşa Başûr Şoreşa Jinê ye.” Belê Em îro dinêrin, tovê vê şoreşê mezin bû û di pêşengtiya jinan de li Rojava Şoreş hat ava kirin. Jin ji bo bi çand û dîroka xwe, zarokên xwe mezin dikin û têdikoşin.  
 
Bi vê boneyê em bejna xwe li ber bîranîna Dayika Uveyş, Dayika Netewî ditewînin, hemû dayikên şehîdan û jinên têkoşer, di salvegera wefata Dayika Netewî Dayika Uveyş de bi bîr tînîn û dibêjin bila ruhê wê şad be.”