Aktivista kurd cara duyemin hat girtin

  • 10:42 11 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina Kurd Zîna Madras Gorj, ku di 4'emîn roja çalakiyên "Jin jiyan azadî" de hat girtin û bi kefaletê serbest hatibû nerdan, dîsa ji aliyê rejîma Îranê ve hat girtin û şandin girtîgehê. 
 
Jina kurd a aktîvîst Zîna Madras Gorj ku di roja 4’emîn a xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir de bi îdiaya “avakirina rêxistina hilweşîner” hatibû girtin. Li Girtîgeha Sanandajê dihat ragirtin. Zîna piştî 40 rojan girtî ma bi kefalete hat berdan û doza wê dewam kir. Rjîmê bi îdiayên “li dijî ewlehiya neteweyî lihevkirina veşarî kiriye” û “li dijî rejîmê propaganda dike” Zîna tawanbar kir.  
 
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji bo Zînayê piştî hat berdan tevli çalakiyan nebe, gelek caran bi gefên yekîneyên îstîxbaratê re rûbirû maye. Doza Zîna li Dadgeha Sanandajê didomiya her çiqas gazî wê kirine jî lê neçûye dadgehê. Dadgehê derbarê wê de biryara girtinê daye û duh hêzên rejîmê wê girtinê û carek din şandine girtîgehê.