ROJEVA 11'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 11 Nîsan 2023
  • Rojev
 
* Rojnameger, nivîskar û rexnegir Evrîm Alataş, di 34 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û bi nûçe, pirtûk û têkoşîna xwe her dem li dijî polîtîkayên zextê yên dewletê bertekên xwe anî ziman. PORTRE 
 
* Seroka Odeya Tabîban a Amedê Bijîşk Elîf Turan, diyar kir ku pêdiviyên gelê mexdûrên erdhejê nayên bicihanîn û diyar kir ku nebûna paqijiyê, xwarina ne têr û bêhevseng wê di tenduristiyê de pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne. BI DÎMEN 
 
* Endama MYK'a Partiya Çep a Kesk Nevîn Aytkîn, bang kir ku li dijî kedxwarî û hepiskirina jinan divê jin bên gel hev û bi hev re bikguherin û got ku li dijî kedxwariyê çareserî "Rêya Sêemîn e." DÎMEN HEYE
 
* Pincarê biharê ku ku li Wanê bi hatina biharê re li ser dezgehan cihê xwe girt, hem çavkaniya debarê  û hem jî ji bo gelek nexweşiyan şifa ye. DÎMEN HEYE
 
* AKP'ê ji roja hatiye îktidarê heta niha zimanekî dijminatiya jinê dike, bi kar aniye. Bi vî rengî destkefitiyên jinê kiriye hedef. 
 
* Di demsala biharê de, bi rih û ahengeke ku feyzê dide jiyanê xwezaya Kurdistanê ji nû de zindî dibe. Di nava vê xwezayê de kulîlka bi navê guldexwîn ku xwediyê taybetmendiyekê ye kelecaneke mezin di dil de dişitilîne û mîna helbestekê mirov bi per û bask dike.