Buroya hilbijartinê ya Esenyurtê bi tilîliyan hat vekirin

  • 16:19 10 Nîsan 2023
  • Ramyarî
STENBOL - Partiya Çep a Kesk li Stenbolê buroya hilbijartinê vekir.
 
Partiya Çep a Kesk bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di çarçoveya Hilbijartinên Serokomariyê û Hilbijartinên Giştî yên Serdema 28'emî ku dê di 14'ê Gulanê bên kirin de, li navçeya Esenyurt a Stenbolê buroya hilbijartinê vekir. Buroya hilbijartinê bi alên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin.
 
Vekirina buroyê bi tevlibûna bi sedan kesên ku li ber strana hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk bi govend û dîlanê pêk hat.
 
Coşa gel
 
Kolanên ber bi buroya hilbijartinê ve bi alên Partiya Çep a Kesk hatibû xemilandin. Ciwan û jinan gotin “em li vir in em ê bi hev re bidin guhertin.” Bi coşeke mezin û bi nîşana serfiraziyê govend hat gerandin.
 
Gel silav kir
 
Hevserokên HDP’ê yên Esenyurtê Eylem Çelik ve Ercan Saglam di vekirinê de gel silav kirin. Hevserokan di axaftinên xwe de bal kişandin ser paradigmaya rêya sêyem.
 
Berdevka HDK’ê Esengul Demir li vir axivî. Esengulê diyar kir ku ew ê gel tu carî dev ji têkoşînê bernede û got:” Roj roja têkbirina faşîzmê ye. Roj roja azadiya jinê ye.”
 
Endama MYK’a Partiya Çep a Kesk Çigdem Ozbaş,da zanîn wê îktidar di hilbijartina 14’ê Gulanê de têk biçe û got li dijî kesên jinan tune dihesibînin em ê di 14’ê Gulanê de temsiliyeta wekhev bibin meclîsê.
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan da zanîn ew ê di 14’ê Gulanê de derseke baş bê dayin û got li vî welatî jin hat qetilkirin hêviya ciwanan hat tunekirin kurd hatin înkarkirin zimanê wan tune hat hesibandin. Pervinê got gelên li Tirkiyeyê ji Erdogan bi hêztir in.
 
Jinan bi tilîliyan buro vekirin.
 
Piştî axaftinan tevî Pervin û Esengulê jinan bi tilîliyan qurdeleya buroyê birin.
 
Piştî vekirina buroyê girseyê bi dirûşm û tilîliyan govend gerandin.