Li Seqizê li dijî jehrîbûna xwendekaran derabe hatin girtin

  • 14:58 10 Nîsan 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dikandarên Seqizê ji bo şermezarkirina jehrîbûna xwendekaran a van mehên dawî derabeyên xwe venekirin.
 
Hikûmeta Îranê ku ji bo tepisandina serhildanên ku 7 meh in li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam in her cure zextan dike, li hember zêdebûna jehrîkirina xwendekarên dibistanên keçan di mehên dawî de bêdeng e.
 
Banga xwepêşandanan
 
Di dema ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dibistanên jehrîbûnê agahî hatin girtin, dikandaran li Seqizê ji bo şermezarkirina rewşê derabeyên xwe girtin. 
 
Her wiha li bajarê Seqizê jî bang li xelkê hat kirin ku grev û xwepêşandan berdewam bikin.