‘Bi partiya Çep a Kesk wê gelek tişt biguherin’

  • 09:02 10 Nîsan 2023
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ŞIRNEX - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk ya Cizîrê Firdevs Poyraz, destnîşan kir ku ew xebatên xwe bi pêşengtiya jin û ciwanan dikin û got: “Divê gel li dengê xwe û li sindoqan xwedî derkeve. Bi Partiy Çep a Kesk wê gelek tişt biguherin.”
 
Di 14’ê Gulanê de ku Tirkiye ber bi hilbijartinên Serokkomarî û Giştî ve diçe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ji ber doza wê ya girtinê didome dê bi Partiya Çep a Kesk tevli hilbijartinê bibe. Ji hilbijartinê re demekê kurt ma û  ji ber vê jî rojeva sereke ya  gel hilbijartine. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Cizîrê Firdevs Poyraz derheqê pêvajoyê de axivî.
‘Divê gel xwedî li partiya xwe derkeve’
 
Firdevs, daxuyand ku Partiya Çep a Kesk ji dema hatiye avakirin sîyaseta xwe li gor pîvanên HDP’ê dimeşîne. Firdevs, got: “Gel çawa heta niha li HDP’ê xwedî derket, bi heman nêzîkatiyê wê li Partiya Çep a Kesk jî xwedî derdikeve. Gelê Kurd êdî hişyar bûye û di ferpa girîngiya hilbijartina di demek nêz de bê kirin de ye. Her dengek xwedî nirx e. Gel vî weatî gelek zilm û zorî dît. Ji ber vê jî ji bo ku ji vê desthîlatdariyê û dîktatoriyê re bêje bes wê li ser sendoqê bersîva xwe bide. Divê gel xwedî li deng, sindoq û partiya xwe derkeve.”
 
‘Êdî ji zilmê re bes e’
 
Firdevs, diyar kir ku gel ji vê hilbijartinê bi hêvî ye û berdewam kir: “Li Tirkiyê alozî û qeyranek gelek mezin heye û ji vê jî herî zêde kurd bi bandor dibin.  Gel girîngiyê dide vê hilbijartinê û bi taybetî jî ji Partiya Çep a Kesk bi hêviye. Ji ber vê wê gel dengê xwe bide Partiy Çep a Kesk û ji zilmê re bibêje êdî bes e."
 
‘Jin û ciwan ji xebatan re pêşengtiyê dikin’
 
Firdevs, anî ziman ku xebatên wan bênavber berdewam dikin û destnîşan kir ku ew ji Botanê bi hêvî ne. Firdevsê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ciwan gelek bi kêlecan û bi coş in. Ji bo Partiya Çep a Kesk xwedî derketinek mezin heye û peyamên girîng didin. Bi taybetî jî li Newrozê Partiya Kesk a Çep rengê xwe nîşan da. Her wiha gelê me jî li qadên Newrozê sekna xwe nîşan da.  Di xebatên me de jin û ciwan pêşengtiyê dikin. Me bûroyên xwe yên bijartinê li gelek navendan vekirin. Her wiha  me li Enqereyê jî Meclîsa xwe ya jinan ava kir. Niha jî em bi taybet buroyên hilbijartinê yên jinan vedikin.”
 
‘Em aliyê aştî û azadiyê ne’
 
Firdevs, destnîşan kir ku Partiya Çep a Kesk ji bilî parastina mafên gelê Kurd parastina mafên hemû gelan dikeû wiha pêde çû: “Armanca me ya yekemîn têkbirina vê dîktaroriyê ye. Em aliyê aştî û azadiyê ne. Kî destê xwe dirêjî aştiyê bike em piştgiriyê didin wan. Her wiha di aliyê edalet û hiqûqê de jî têkoşîna me wê berdewam bike. Ji ber ku li vî welatî bêhiqûqîyek gelek mezin heye û gel edaletê dixwazin. Em jî hewceradiya ji bo edaletê dizanin û em ê xebatên xwe di vî warî de bikin. Ev hilbijartin wê bibe dawiya vê desthilatdariyê ye.”
 
‘Wê gelek tişt biguherin’
 
Firdevs, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê hilbijartinê re dibe ku gelek tişt biguherin. Piştî ger ku ev dîktatorî têk biçe wê gel behnekê bigirin. Bangawaziya me ew e ku gelê me li dengê xwe xwedî derkevin. Bi Partiya Çep a Kesk wê gelek tişt biguherin.”