ROJEVA 10'Ê NÎSANA 2023'YAN

  • 09:00 10 Nîsan 2023
  • Rojev
 
*Hevberdevka Partiya Çep a Kesk ya Cizîrê Firdevs Poyraz, destnîşan kir ku ew xebatên xwe bi pêşengtiya jin û ciwanan dikin û got: “Divê gel li dengê xwe û li sindoqan xwedî derkeve. Bi partiya Çep a Kesk wê gelek tişt biguherin.” DÎMEN HEYE
 
*Berbi hilbijartinan destkeftiyên jinan dikin mijara bazarê û di dema desthilatdariya AKP’ê de gelek qanûn hatin guhertin.
 
*Gulhanim Yilmaz ya li Samandagê 35 sal e li serayê sebze diçîne niha di nav avahiyên xesarek mezin dîtiye de kare xwe didomîne. Gulhanim ku keça wê û neviyên wê di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan, yakem tişta wê kêfxweş dike seraya wê ye. DÎMEN HEYE
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a  Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan diyar kir ku ji şoreşa jinan a rojava  motîvasyonê digirin û dimeşin. Cananê got: “Piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê em ê jiyanek nû û demokratîk ava bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di bin sîwana Partiya Çep a Kesk de cih bigirin."
 
*Endama Piştevaniya Kirkyama ya Jinê Tulay Korkutan, diyar kir ku tundiya li nava malê li konan berdewam dike û ber ku li herêmên erdhejê edliye û qereqol baş naxebitin mêran tundiya li jinan dikin zêde kirine. DÎMEN HEYE
 
*Uveyş Ocalan ku bi kesayeta xwe ya serhildêr tê zanîn 30 sal berê jiyana xwe ji dest da. Di paradîgma Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ku ji bo têkoşîna azadiya jinên Kurd bû riyek nû, rolek girîng ya dayika wî Uveyş Ocalan heye. PORTRE