Di Çepa Kesk de li 34 bajarî jin di rêza yekem de ne

  • 19:57 9 Nîsan 2023
  • Ramyarî
Berîtan Canozer
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çep a Kesk di lîsteya namzetiya parlamenteriyê de ji 200’î zêdetir namzetên jin nîşan da û li 34 bajarî rêza yekem ji jinan re hat veqetandin.
 
Partiya Çep a Kesk lîsteya namzetên parlametneriyê yên hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê diyar kir. Lîste di encama xebatên Komîsyona Mutabakata Namzetan de hat temamkirin û ji bo erêkirinê pêşkêşî hevberdevkên partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin hat kirin. Hevberdevkan lîste erê kir û ji aliyê parêzer û rêveberên partiyê ve pêşkêşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind hat kirin.
 
Di  lîsteya namzetiyê ya nêzî 600 kesî ya Partiya Çep a Kesk de ji 200’î zêdeti namzetên jin hat nişandan. 
 
Li 34 bajarî jin di rêza yekem de ne
 
Li 34 bajarî namzetên jin di rêza yekemîn de hatin nişandan. Li Edene, Afyon, Artvîn, Aydin, Burdur, Bursa herêma yekemîn, Çanakkale, Edîrne, Erzirom, Dîlok, Gumuşhane, Stenbol herêma sêyemîn, Îzmîr herêma yekemîn, Qers, Kastamonu, Kirklarelî, Kutahya, Meletî, Mêrsîn, Nîgde, Rîze, Samsun, Sînop, Tekîrdag, Tokat, Trabzon, Sêrsîm, Wan, Aksaray, Karaman, Şirnex, Bartin, Osmaniye û Duzceyê jin di rêza yekemîn de hatin nişandan.  
 
Lîste îro teslîmê YSK’ê hat kirin. Piştî pêvajoya qanûnî ya YSK’ê şûnde wê teşeyê dawî bidin lîsteyan.  Partiya Çep a Kesk jî wê div ê çarçoveyê de guherînên xwe bike.