'Em bi biryarin îqtîdarê bişînin'

  • 17:13 9 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Elihê Ayşe Acar Başaran û Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren ên ku beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk a li Dîkmenê bi beşdariya gel a girseyî hat vekirin bûn, diyar kirin ku ew ê di meclîsê de cihê xwe bigirin û gotin bi biryarin ku îqtîdarê bişînin."
 
Bi tevlibûna Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Elîh Ayşe Acar Başaran, Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun Öneren, Hevseroka HDP'ê ya Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû û dayikên Aştiyê buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li Dîkmena Enqereyê hat vekirin. Gelek welatî beşdarî vekirinê bûn. Beriya axaftina vekirinê gel bi şahiyê vekirina bûyroyê pîroz kir.
 
'Em îro li dijî van qetlîaman gava yekem diavêjin'
 
Seroka Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren ku ewil mafê axaftinê girt, diyar kir ku wan careke din fêm kir ku piştî karesata erdhejê têkoşîna wan wê heta hetayê bidome û got ku ew ê tiştên hatine kirin ji bîr nekin. Elîfê got, “Em ê hikûmetê di bin xirbeyên ku ew ji bo me baş dibînin bihêlin. Bêyî çûna vê sîstemê gel, jin, ciwan, Kurd kes xwe rehet hîs nake. Em ê her tiştê ku we ji me stendin paşve bistînin."
 
'Em ji bo avakirina rêveberiya komara demokratîk li vir in'
 
Ayşe Acar Başaran ku piştre mafê axaftinê girt, diyar kir ku ew ê bi hev re bibin pêşengên guhertinê û wiha got: “Me li dijî zindan, zext, çewisandin û paşguhkirina polîtîkayan serî netewand, em dibêjin em li vir in, em li vir in. em dibêjin em ê bi hev re biguherin. Weke Kurdan em li vir in, ku we bi dehan salan ji bo tunekirina ziman, çand û nasnameya me her cure polîtîka meşand. Em wek kurdên ku li meclîsê zimanê wan ê dayikê wek zimanekî nenas hatiye nivîsandin li vir in. Em dîsa li vê derê ne ku li hemberî polîtîkayên we yên îmha û asîmîlasyonê bi rêxistinî û rêxistinbûyîn li vir in û em dê hesab ji we bipirsin."
 
Bila rêya me vekirî be
 
Ayşe diyar kir ku Ew ê di 14’ê Gulanê de tifaqa gelan a AKP MHP’ê û ên din ku dijmên jinan e di sindoqê de bihêlin û wiha dawî li axaftina xwe an, " Em ê hesabê jinên di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane û hevalên xwe bipirsin. Ji bo bi deh hezaran kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, em ê biçin ser sindoqan. Pêdivî ye ku ev buroy 24 demjimêran kar bike. Dema me hindik heye.  Em herî zêde xwe dispêrin ciwan û jinan. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi pêşengiya ciwan û jinan bi ser bikevin. Bila rêya me vekirî be.”