Zextên rejîma Îranê bi bicihkirina kamerayan didomin

  • 16:38 9 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Îranê ji bo tesbîtkirina jinên ku serîgirêdana bi zorê protesto dikin, wê li kolanan û cihên din yên giştî kamereyan bi cih bikin.
 
Serhildana rojhilatê Kurdistan û  Îranê ya bi pêşengtiya jinan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ piştî qetilkirina Jîna  Emînî dest pê kirî berdewam dike. Rejîma Îranê li beramberî jinan rêbazên cûda yên zextan ku dide meşandin berdewam dike.
 
Li îranê piştî gotina Serokê dînî yê Îranê  Ayetullah Ali Hamaney ya dibêje ‘Yê ku zagona hicaba bi zorê (Serîgirêdana bi zorê) binpê dike herame.’ Polîsên Îranê pêkanînên nû li pêkanînên xwe zêde dike. Di daxuyaniya ku polîsên Îranê dayî de diyarkirin ku jinên li gora qanûna hicaba bi zorê tevnegeriyane werin tespîtkirin der barê encamên çalakiya de wê peyamên hişyariyê jêre bişînîn. Daxwaz kirin ku li cihê kar xwediyê kar bi awayek baş agahdar be û ka li gora qanûnane yan ne wê bi awayek cidî werin şopandin.
 
Saziyên fermî yên medyaya Îranê danzanîn ku armanca tedbîran sekinandina berxwedaniyê ye. Îdea kirin ku ‘ev berxwedanî ziyanê digihîne nasnameya dînî û bê baweriyê ava dike.’