Ji Partiya Çep a Kesk xebatên hilbijartinê

  • 16:32 9 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Konya, Stenbol û Hatayê çalakiyên cur bi cur li dar xist. 
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep A Kesk ên ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê berdewam in. Pariyê îro jî li Stenbol û Haatayê xebatên xwe dewam kirin.
 
Stenbol 
 
Li navçeya Arnavutkoy a Stenbolê jî belavok hatin belavkirin. Gelek kes tev li xebata belavkirina belavokan bûn. Li Taxa Merkezê, li Qada Cumhuriyetê û li kolanên Fatîh û Edîrneyê belavok hatin belavkirin û ji bo Partiya Çep a Kesk deng hatin xwestin. 
 
Hatay 
 
Partiya Çep a Kesk ji bo xebatên hilbijartinê, li Taxa Buluttepe ya navçeya Îskenderûn a Hatayê konteynera hilbijartinê ava kir. Dê partî xebatên xwe yên hilbijartinê li vir bike. Gelek kes tev li vekirina konteynerê bûn. Di dema vekirina konteynerê de qurbaniyên erdhejê hatin bibîranîn. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn di vekirina konteynerê de axivî û da zanîn ku mexdûrên erdhejê dê li ser sindoqan hesabê bipirsin. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk a Îskenderûnê Alî Şeker jî bal kişand ser xebatên hilbijartinê. 
 
Hevseroka HDP’a Hatayê Hulya Ateş jî ev tişt anî ziman: “Mîna di şeran de, di karesatan de jî herî zêde em jin birîndar dibin.  Lewma em jin dê vê pergalê biguherînin.” 
 
Endama PM’a HDP’ê parêzer Mehtap Sert jî bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Sert, bi domdarî wiha got: “Ji bo ku nehêlin erdhejê hîn bêhtir veguherînin tundî û tecrîdê, divê em bêhtir xwedî li sindoqan derkevin. Em li vir in, dê bêhtir bibin yek û rêya xwe bidomînin.” 
 
Endamê PM’a HDP’ê Zekî Koç jî bertek nîşanî girtina partiyan da û ev tişt got: “Bi Partiya Çepê Kesk re em bi israr hene û li ser pêyan e.” 
 
Di vekirina konteynera hilbijartinê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin.