Ciwan ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

  • 15:45 9 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Kurd li bajarê Montpellier ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.
 
Ciwanên ku li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Montpellîerê kom bûn, bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Çalakgerên ku di gelek kolanên bajêr re derbas bûn gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "PKK’ê gel e gel li vir e" berz kirin.
 
Ciwanên ku alên PKK'ê û wêneyên Rêberê PKK'ê hilgirtin, li Qada Comedy dawî li çalakiya xwe anîn. 
 
Ciwanên Kurd li qadê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.