Jina destpêka Serhildanê pora xwe birî, Zeyneb Zeman hate girtin

  • 15:43 9 Nîsan 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê çalakvana femînîst Zeyneb Zeman ku yek ji jinên yekem bû ku piştî qetilkirina Jina Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, ji bo piştgiriya Serhildanê porê xwe birîbû, girtin û ber bi cihek ne diyar ve birine ku nayê zanîn çalakvana femînîst Zeyneb Zeman bi ku ve birine.
 
Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li beramberî hemû astengiyên rejîma Îranê berdewam dike. Hêzên rejîma Îranê, çalakvana femînîst Zeyneb Zeman a xelkê bajarê Niyayîş a Tehranê, girtin.
 
Piştî girtina çalakvana femînîst Zeyneb Zeman, hevjînê wê diyar kir ku 8’ê Nîsanê hêzên rejîma Îranê telefona Zeyneb Zeman kirine û jê xwestine ku biçe enmiyetê, her wiha da zanîn ku Zeyneb Zeman di heman rojê de hatiye girtin û hêzên rejîma Îranê çûne mala wê û lêgerîn kirine.
 
Zeyneb Zeman keça stranbêja navdar a Îranî Husên Zeman e, ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Îranê ve gazî wê kiribûn û lêpirsîn derbarê wê de hatibû vekirin. Zeyneb Zeman yek ji jinên yekem bû ku piştî qetilkirina Jina Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve ji bo piştgiriya serhildanê porê xwe birîbû.