Partiya Çep a Kesk li Konyaya bûroya hilbijartinê vekir

  • 15:14 9 Nîsan 2023
  • Ramyarî
 
KONYA - Partiya Çep A Kesk li navçeya Kulu ya Konyayê bûroya hilbijartinê vekir. 
 
Partiya Çep a Kesk li navçeya Kulu ya Konyayê bûroya hilbijartinê vekr. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan û gelek kes tev li vekirina bûroyê bûn. Di vekirina bûroyê de govend hatin gerandin û Omer Ocalan axivî. Omer, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê û pêvajoya hilbijartinê weke “têkoşîna di navbera xerabî û demokrasiyê de” pênase kir. Bi domdarî ev tişt hat gotin : “Ev pêvajoya hilbijartinê dê bibe tercîha di navbera xerabî û demokrasiyê de. Em bi hikûmeteke şer re rû bû rû ne ku aloziyê kûrtir dike û rageşiya di navbera gel de zêde dike.”