S.E. ya ku bi guman birîndar bû ji mirinê rizgar bû

  • 14:21 25 Adar 2023
  • Rojane
 
AMED - Li taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê jina bi navê S.E bi awayekî guman birîndar bûbû, ji mirinê rizgar bû. 
 
Li taxa Bagcilar a Rezan a Amedê jina bi navê S.E. duh bi awayek bi gûman bi giranî birîndar bû. Hat îdiakirin ku navbera S.E. mêrê ku pê re zewicandî bû re nîqaş derketiye û  S.E xwe ji katê 5’an avêtiye.    
 
S.E. ku biguman ket, bi giranî birîndar bû. S.E bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyek bajêr û beşa lênêrîna giran de dest bi tedawiyê kirin. Li gor agahiyên hatin girtin S.E. ji mirinê rizgar bûye, lê hîn di beşa lênêrîna giran de tê girtin.