S.E. ya ku bi guman birîndar bû ji mirinê rizgar bû 2023-03-25 14:21:13     AMED - Li taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê jina bi navê S.E bi awayekî guman birîndar bûbû, ji mirinê rizgar bû.    Li taxa Bagcilar a Rezan a Amedê jina bi navê S.E. duh bi awayek bi gûman bi giranî birîndar bû. Hat îdiakirin ku navbera S.E. mêrê ku pê re zewicandî bû re nîqaş derketiye û  S.E xwe ji katê 5’an avêtiye.       S.E. ku biguman ket, bi giranî birîndar bû. S.E bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyek bajêr û beşa lênêrîna giran de dest bi tedawiyê kirin. Li gor agahiyên hatin girtin S.E. ji mirinê rizgar bûye, lê hîn di beşa lênêrîna giran de tê girtin.