Li Êlih û Stenbolê tundiya mêr

  • 17:48 24 Adar 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Êlihê jina bi navê Z.A. li mala xwe bi amûrê birînê hat qetilkirin. Li Stenbolê jî Umîda Tulyaganova, ji aliyê Riza Beler ve bi îşkenceyê hat qetilkirin
 
Li Êlihê Z.A. ya 40 salî bi amûra birînê li mala xwe qetilkirî hate dîtin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyera li Taxa Belde ya girêdayî navçeya Navendî qewimî, Z.A. ya 40 salî û dayika 3 zarokan li mala xwe bi amûrê birînê hate qetilkirin. Têkildarî qetilkirinê lêpirsîn hate destpêkirin.  
 
Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê Umîda Tulyaganova (40) ya ozbekistanî ji aliyê Riza Beler (61) ve bi îşkenceyê hate qetilkirin. Bûyer duh saet di 05.30’an de li Taxa Navendî ya Kocasînan a Bahçelîevlerê qewimî. Piştî ku di nava Umîda Tulyaganova û Riza Beler de nîqaş derket û mezin bû cîranan agahî da polîsan. Ji ber polîs dereng hatin cihê bûyerê Riza Beler, Umîda Tulyaganova bi îşkenceyê qetil kir. Beler, dema ku cenaze vedişart hate girtin, hate binçavkirin. Riza Beler ê îfadeya wî hate wergirtin cînayet îtîraf kir.