'Em ê tecrîdê bi dawî bikin û Rêberê xwe azad bikin'

  • 09:12 24 Adar 2023
  • Rojane
 
Medya Uren / Gulistan Dursun
 
AMED - Jinên ku di Newroza dîrokî ya Amedê de bertek û hêrsa xwe ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 2 sal in agahî jê nayê girtin nîşan dan, diyar kirin ku ew ê tecrîdê bi dawî bikin û rêberê xwe azad bikin.
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye,  Piştî hevîdina wî ya bi telefonê ya 25'ê Adara 2021'ê ku bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir têkiliya wî bi temamî bi derve re hat qutkirin û agahî jê nayê girtin. Ji bo Abdullah Ocalan ku herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, serlêdanên parêzer û malbata wî bi hincetên cezayên dîsîplînê tên astengkirin.  Di Neweroza 2023’an ku di bin siya erdheja li 11 bajaran bandora xwe kiriye hate pîrozkirin de yek ji mijarên herî zêde derket pêş tecrîda li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Gelê Amedê bi yek dengî bi diruşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” daxwaza xwe ya azadiya Abdullah Ocalan careke din anîn ziman. 
 
Jinên ku li qadê me mîkrofona dirêjî wan kir jî berteka xwe ya li hemberî tecrîdê bi me re parve kirin.
 
‘Emê faşîzmê têk bibin’
 
Zeynep Tiya têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocallan nirxandin kir û got: “Di Newrozê de peyama gel eşkere bû. Weke herkesî dît daxwaza gel bidawîkirina tecrîdê bû. Rojeva me tecrîd e. Ber bi hilbijartinê ve jî daxwaza me azadiya Abdullah Ocalan e û em ê li ser vî esasî hêza xwe bi kar bînin. Em ê faşîzma tecrîdê ferz dike têk bibin.”
 
‘Em li dijî tecrîdê li virin’
 
Meymene jî diyar kir ku tecrîd zilm e û ev zilm bi salan e berdewam dike û wiha pêdeçû: “Hun rewşa me dibînin. Em her seet tên qetilkirin, em her seet tên girtin û êrîşî me tê kirin. Bi her awayî bi ser me de tên. Zimanê me, çanda me hebûna me di bin vê zilmê de ye. Em dikarin li hemberî vê dagirkeriyê çi bikin. Bi taybetî bi hezaran ciwanên me di girtÎgehan de ne. Em dixwazin êdî ev girtina bê heq û hiqûq bi dawî bibe. Di hindir de jî li ser hemû girtiyan tecrîda girankirî tê meşandin. Divê êdî dawî li tecrîdê bînin. Tecrîd, zilm e û zordestî ye. Divê gel bi awayê herî hêz bertek nîşa bike. Ew li me dixin xwidê jî li me dixe. Em îro ji bo ciwanên xwe, ji bo pêşeroja wan û ji bo bifseîkitins tecrîdê hatine Newrozê. Em bi hêvî ne ku ev girseya kombûye wê dawî li tecrîdê bîne.”
 
Qadriye Esen jî ev  gotin kir: “Em aşitiyê dixwazin, em dayik êdî vê zilmê naxwazin. Divê girtî di girtîgehan de nemînin. Em êdî rijandina xwînê naxwazin. Em ji vê zilmê re dibêjîn êdî bese.”
 
‘Em ê tecrîdê bidawî bikin’
 
Ferîde Gundem jî li ser tecrîdê wiha berteka xwe nîşan da: “Bi girtiyan re hemû gelê me di bin tecrîdê de ye. Hêviya me hilbijartin e, em ê bi wê re dawî li zilma wan bînin. Daxwaza me ew e ku deriyên girtîgehan vebin û dawî li neheqiyan were. Di Newrozê de qelebalixiyek mezin heye. Ev qelebalixiya aşitiyê ye. Hêviya me ev qelebalixî ye. Divê yekitiya me wisa berdewam bike. Em ê tecrîdê bidawî bikin. Ev êdî eşkere ye.”
 
Afîfe jî bi van gotinan tecrîd şermezar kir: “Zor û zilm li girtiyan tê kirin. Daxwaza me ne tenê dawî anîna vê zilmê, daxwaza me berdana girtiya ye. Divê ev tecrîda li ser hemû girtiyan bê bidawîkirin. Ev tecrîda li ser girtiyan bandora xwe li ser gel jî dike.”
 
‘Ji nû ve ji dayikbûna me ye’
 
Emîne Okşamak diyar kir ku hêviya wan hilbijartin e û ew ê di vê hilbijartinê de bigihêjin serkeftinê. Emîne wiha berdewamkir: “Bê guman em ê bi serbikevin. Daxwaza me jî azadiya Serokatî û hemû girtiyan e. Divê ne tenê tecrîd were bidawîkirin, divê îro serokatî bi me re di Newrozê de bûya. Divê demlidest xeber jê were girtin û dawî li tecrîdê were anîn. Ew roj wê ji nû ve ji dayikbûna me be. Xwidê heqê me nehêle ji yên vê tecrîdê li ser me ferz dikin re.”
 
‘Divê em netirsin’
 
Leyla Kale jî li ser tecrîdê wiha axivî: “Ez hêvî dikim ku di hilbijartinê de em bi serbikevin û bigihêjin armanca xwe. Armanca me dawîlêhatina zilmê ye û dawîlêanîna rijandina vê xwînê ye. Ciwanên me yan li serê çiyan e an jî di girtîgehê de ne. Li her deverê jî zilm li wan tê kirin. Em hêvî dikin ku deriyê girtîgehan were vekirin. Bila Neweroz bibe wesîle em rojên gelek xweş bibînin. Da ku êdî ji bo me jî roj hilê. Ger em tecrîda li ser xwe bidawî bikin wê tecrîda li ser girtiyan jî bê bidawîkirin. Divê em bibin yek û di hilbijartinê de li dijî tecrîdê dengê xwe bidin xwe. Hêviya me hilbijartin e. Em ê dawî li vê zilmê bînin. Divê em êdî ji dengderxistinê netirsin. Em weke dayîk em ê hertim li hemberî tecrîd, li hemberî xwîna tê rijandin berteka xwe bi awayê herî tund nîşan bikin.”