Girtiya nexweş a 60 salî nayê berdan

  • 09:04 24 Adar 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel tevî gelek nexweşiyên wê hene ji ber raporên ATK’ê nayê berdan. Keça wê Zîlan Karaguzel wiha got: “ATK bûye saziyeke siyasî. Di rewşên lezgîn de dayika min dibin nexweşxanê.”
 
Muhlîse Karaguzel ya 60 salî li girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê dimîne û gelek nexweşiyên wê hene. Muhlîse nexweşa şekir, tansiyonê bilind, astimê ye. Tevî van raporan jî nayê berdan. ATK rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" da. Ligel nexweşiyên heyî li girtîgehê qeyrana dil jî derbas kir. 
 
Keça wê Zîlan Karaguzel der barê mijarê de axivî.
 
15 caran anjiyo bû
 
Zîlanê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser nexweşiya dayika xwe: "Dayika min beriya bê girtin jî raporên wê yên nexweşiyê hebûn. Şekirê wê pir bilind e. Li çav û lingên wê xistine. Ji ber şekirê bilind êdi nikare baş bibîne jî. Nexweşiya wê ya dil heye û 15 caran anjiyo bû. Sê caran li girtîgehê krîza dil derbas kir. Dema krîzê derbas dike radikin nexweşxana bajar a Kayseriyê, lê dema ji nexweşxanê derdixin carek din krîza dil derbas dike. Rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e. Tevî hemû hewldanan jî nahêlin em biçîn serdana wê." 
 
‘ATK bûye saziyek siyasî’
 
Zîlanê balkişand ser helwesta ATK’ê jî û got: “ATK raporên berê tune dihesibîne. Dayika min çû ATK’ê rapora 'dikare girtî bimîne' hat dayîn. Dema krîza dil derbas kir em çûn nexweşxanê. Gotin ne li nexweşxanê ye. Ji bo em hevdîtinê nekin derew kirin. Me bi destûra dozger dayika xwe dît. Rewşa wê qet nebaş bû. Du gardiyan ligel wê bûn. ATK tevî her tiştî rapora dikare di girtîgehê de bimîne da. ATK bûye saziyek siyasî. Di rewşên lezgîn de dayika min dibin nexweşxanê. Ji bo ku derbasî qeydan bibe wisa dikin. Tu wateya birina wê ya nexweşxanê tune. Dermanan bi rêk û pêk nagihînin wê. Dermanên şekir, bi taybetî divê saeta wê de bên dayîn.”
 
‘Mafên girtiyan tê binpêkirin' 
 
Zîlanê destnîşan kir ku tevî raporên doktoran, li girtîgehan ji bo xwarinên girtiyên nexweş baldarî tune ye û wiha dirêjî daye: “Nexweşiya wê ya şekir heye û her xwarinê nikare bixwe. Birinç, kartol teqez divê nexwin. Her wiha xwarinên tên dayîn jî nayê xwerin. Doktoran lîsteyek dane dayika min. Çend rojan li gorî lîsteyê xarin hat dayîn lê piştre dest jê berdan. Ev nêzîkatiyek polîtîk e. Rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên wan şerma vî welatî ye. Her biryara ku ji bo girtiyên siyasî tên dayîn polîtîk e. Bi sirgunkirinê girtî û malbatên wan tên cezakirin. Malbatên girtiyan dema diçin hevdîtinan jî gelek pirsgirêkan dijîn. Ji bo em biçin girtîgeha Bunyan a Kayseriyê em 5 wesayîtan diguherinin. Dayikek 60 salî li girtîgehê li ber xwe dide."