Zelîha û Muhammed ê 9 alî ji 6’ê Sibatê de winda ne

  • 09:03 24 Adar 2023
  • Rojane
Marta Somek
 
SEMSÛR - Ji roja ewil a erdhêjê de ji Zelîha ya 45 salî û kurê wê Muhammed Enes Demîr yê 9 salî agahî nayê girtin. Xizmê  Zelîhayê, Mîthat Arslan, diyar kir ku tevî bi derfetên xwe 5 caran kavil rakirine û mînaka DNA'’ê dane jî nehatine dîtin û yekane daxwaza wan ev e ku demildest kesên di erdhehê de  winda bûn bên dîtin û ji vê travmayê xilas bibin.
 
Di 6’ê Sibatê de navenda wê Mereş erdhêj pêk hat û bandor li ser 11 bajarî kir. Di erdhêjê de ji 50 hezarî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest da. Ji ber desthilatdarî û ekîbên xilaskirinê dereng çûn herêma erdhêjê bi sedan welatî di bin kavilan de jiyana xwe ji destdan. AFAD di roja 6’an de çûi Semsurê û tenê li çend kavilan meze kir û vegeriya.Li  herêmên erdhêjê welatiyên niha di konan de dimînin têkoşîna jiyanê didin.  Her wiha di 15’ê Sibatê de ji ber barana zêde li Semsur û Rihayê lehî rabû û konên ku AFAD û Kizilayê dabûn hemû wêran bûn. Li Rihayê 20 kes mirin û li Tût a Semsurê jî 3 kes mirin. Welatiyan ji desthilatdariyê tu alîkarî negirt. 
 
Ji zarokên winda agahî tune ye
 
Di erdhêjan de gelek zarokî jiyana ji xwe dest da û gelek zarokan jî malbatên xwe winda kirin, winda bûn an jî hatin revandin. Gelek zarokên winda an jî jiyana xwe ji dest dane neketine qeydên fermî. Gelek malbat jî diyar dikin ku zarken wan winda ne an jî hatine revandin. Lêgerîna malbatan didome. Yek ji van zarokan jî Muhammed Enes Demîr yê 9 salî û dayika xwe Zelîha Demîr ya 45 salî ye.
 
Ji 6’ê Sibatê de winda ne
 
Zelîha û Muhammed bi malbata xwe re  li mala xwe  ya taxa Eskî Saray a Semsurê bû. Du xwişk û birayên wî jiyana xwe ji dest didin û bav û birayê din tên xilaskirin. Muhammed û Zelîha jî tu agahî jê nehat girtin. Xizmê Zelîhayê Mîthat Arslan ji ajansa me re axivî. 
 
5 caran kavil hatin rakirin
 
Mîthatê diyar kir ku Zelîha hevjînê xwe û çar zarokên xwe di erdhêjê de li malê bûne û got: “birayê Muhammed dibêje Muhamed li odeyê bû û hewl dida bireve. Du zarok jiyana xwe ji dest didin. Bav û birayê din xilas dibin. Me Muhammed û Zelîha nedît. Di vê pêvajoyê de tu ekîb nehatin. Li Semsurê me piştgirî nedît û ji Stenbolê hevalên dildar hatin. Me bi derfetên xwe 4 rojan bi giştî 5 caran kavil rakir. Lê me Muhammed û Zelîha nedît.  Ji 6’ê Sibatê de em tu agahiyê nagirin.”
 
Xebat bê encam man
 
Mîthat daxuyakirin ku serî li dozger û polîs jî dane û wiha vegot: “Me testên DNA’yê dan. encam şandin Amedê. Ji wir jî encamek derneket.  Qeyda nexweşên şandine bajarên din tune ne.  Niha bajar bi bajar digerin. Dozger gotiye wê du mehan bidome. Gelek zarokên bêxwedî hene. Aqûbeta wan nayê zanîn.Divê ev zarok demildest bên dîtin. Divê saziyên civaka sivîl demildest wan zarokan ji travmayê xilas bikin û rehabîlîte bikin. Em lêgerîna xwe ya ji bo Muhammed û Zelîhayê didomînin. Yekane daxwaza me ev e ku erdhejzedeyên winda bên dîtin û demildest ji vê travmayê bên xiaskirin.” Mîthat dawiya axaftina xwe de numareya telefonê ya 0532 175 49 02 da û got yên Zelîha û Muhammed dîtine dikarin li vê telefonêbigerin.