ROJEVA 24'Ê ADARA 2023'YAN

  • 09:00 24 Adar 2023
  • Rojev
 
* Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Avahîsazan Ozlem Yilmaz, diyar kir ku ji ber rantê li ser qadên çandiniyê avahiyên 15 qat tên çêkirin û got: "Niha avahiyên ku ji ber erdhêjê de zirarê dîtine bêyî tedbîrên ewlehiyê tên hilweşandin. Welatiyên ku bê war man jî ji neçariyê berê xwe didin bajarên din. Bi vî rengî demografya diguhere û ev tişt zanetî tê kirin." BI DÎMEN
 
*Jinên ku di Newroza dîrokî ya Amedê de bertek û hêrsa xwe ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 2 sal in agahî jê nayê girtin nîşan dan, diyar kirin ku ew ê tecrîdê bi dawî bikin û rêberê xwe azad bikin. DÎMEN HEYE
 
*"Ji pergalê qûtbûn têr nake. Ev destpêkeke. Rastiyek heye. Pêvajoya xwe pêkanînê. Me nizanibû em dervê pergala serdest û li dijî vê bisekinin. Nûnerên vê pergalê pir zede ne. Ferasetên rola jintiyê ferz dikin, nêzîkatiyên jinan wek hez nabînin, jinan davêjin plana dawî, modernbûnê wek pêşketinê dibînin û bi dehan ferasetên wisa hene. Ya dihat lêpirsînkirin ne kes civak e..." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ 
 
* Girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel tevî gelek nexweşiyên wê hene ji ber raporên ATK’ê nayê berdan. Keça wê Zîlan Karaguzel wiha got: “ATK bûye saziyeke siyasî. Di rewşên lezgîn de dayika min dibin nexweşxanê.”
 
*Ji roja ewil a erdhêjê de ji Zelîha ya 45 salî û kurê wê Muhammed Enes Demîr yê 9 salî agahî nayê girtin. Xizmê  Zelîhayê, Mîthat Arslan, diyar kir ku tevî bi derfetên xwe 5 caran kavil rakirine û mînaka DNA'’ê dane jî nehatine dîtin û yekane daxwaza wan ev e ku demildest kesên di erdhehê de  winda bûn bên dîtin û ji vê travmayê xilas bibin.