Li Zanîngeha Bretagne'yê Konferansa Jineolojiyê hat lidarxistin

  • 08:09 24 Adar 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Zanîngeha Bretagne ya li Lorîentê, xwendekarên Kurdistanî tevî dostên xwe li ser Jineolojî û dîroka Kurdistanê konferansek li dar xistin.
 
Li Zanîngeha Bretagne ya li bajarê Lorîent ê Fransayê, Xwendekarên Kurd û dostên wan li ser Jineolojî û dîroka Kurdistanê konferansek li dar xistin. Ji Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Sarah Marcha weke qiseker beşdarî konferansê bû. Ji Xwendekarên Zanîngeha Bretagneyê xwendekarê Kurdistanî Dogan Daghan bi sînevîzyonê û vegotinê, qala dîroka Kurdistanê kir.
 
Di beşa duyemîn a konferansê de Sarah Marcha axivî û di mijara jinên Kurd û Jineolojiyê de bi sînevîzyonê pêşkêşiyek ji xwendekarên zanîngehê re kir. Sarah got, "Em dîroka jinê dinirxînin. Di dema derbasbûna ji civaka xwezayî ber bi civaka dewletê ve divê em têkoşîna jinê baş zanibin. Têkoşîna 5 hezar salî ıya jinê li Mezopotamyayê destpê kir û bandor li tevahiya cîhanê kir. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bi têkoşîna gelê Kurd a li dijî hêzên emperyalîst û dagirker de li Kurdistanê û tevahiya cîhanê belav bû. Jin îro dikarin xwe îfade bikin, komunên xwe weke ku di mînaka Rojava de tê dîtin dikarin ava bikin Ev yek jî nîşan dide bê têkoşîna azadiyê ya Kurdan qîmeteke çawa dide mirovahiyê.
 
Azadiya jinê pîvana bingehîn a PKK'ê ye. PKK tevgereke welê ye ku azadiya Kurdistanê di azadiya jinê de dibîne. Lewma divê mirov lê binêhirin bê jinên vê tevgerê bi kîjan îdeolojîk û projeyê dimeşin. Bi vê yekê wê armanca jinên PKK'î bê fêhmkirin. Ji ber ku Sakîne, Fîdan, Leyla jin ên şoreşger bûn. Pêşeng bûn, dixwestin sîstemê biguherînin. Lewma bûn hedefa sîstemê."
 
Beşa duyemîn a konferansê bi pirs û bersivê dewam kir.